KURDISTAN – Nirxê Segên Pişder bi qasî serwetekê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Pişder a Silêmaniyê bihayê segên xwemalî eger baş û mezin be heta 50 hezar dolarî jî tê firotin.

 

Li Başûrê Kurdistanê her diçe hejmara kesên ku dixwazin segan bixwedî bikin zêde dibe û li beramberê vê jî barzirganiya wan zêdetir dibe.

 

Niştecihê bajarokê Mele Omer ê ser bi Hewlêrê Hêriş Bedredîn bi projeyeke xwedîkirina segan salane 50 hezar dolar qezenc dike. Hêriş Bedredîn segên xwemalî û biyanî difroşe.

 

Hêriş Bedredîn da zanîn ku wî berî 7 salan dest bi bazirganiya segan kiriye û destpêkê bi firotina segên Pişderê dest bi kar kiriye û piştre jî hinek corên din ên segên biyanî anîne û projeya xwe berfireh kiriye.

 

Bedredîn got: “Bihayê segê Pişderê ji segê Rottweiler û Almanî zêdetir e. Bihayê vî segê taybet ê Kurdistanê ji derdora 8 hezar dolar dest pê dike. Eger segê Pişderê baş û mezin be heta 50 hezar dolarî jî tê firotin. Herî zêde xelkên Tirk û Fars segên xwemalî yê Kurdistanê dikirrin.”

 

Piranî du coreyên segan bo Başûrê Kurdistanê tên hawirdekirin. Corek ji wan segên biçûk ên di navmalê de tên bixwedîkirin wek Segê Alman, Chihuahua, Shih Tzu, Pomeranian, Trial Maltese, Lulu Foks e. Corê din jî bo ciwanî û pasevaniyê ne. Ev cûre jî Rottweiler, Duberman, Bilduk, Malinu, Labradur, Golden Retriever, Pitbull û Haskî ne û li derveyî malê tên xwedîkirin.

 

Xwediyê Villa Phetshopê Ehmed Mufek ku seg û pisîkan difiroşe jî diyar kir ku bihayê segan li gor corê wan tê guhertin û got: “Kiryarên taybet ên hemû corên segan hene. Minak corê Bumrinyan ji hezar û 400 dolarî heta 2 hezar û 100 dolarî tê firotin. Trial Maltese ji 100 dolarî heta 500 dolarî, Chihuahua ji hezar heta 2 hezar û 500 dolarî bikirrên wan hene. Nirxê Segê Alman jî li gor mezinbûn, reng û başiya xwe navbera 1400-6000 dolarî tê firotin. Herwiha Rottweiller di navbera 1000-2500  dolarî, Duberman jî navbera 700-1800 dolarî tên firotin.”

 

Krîza aborî bandor li bazirganiyê jî kiriye

 

Ehmed Mufek da zanîn ku pêştir li Kurdistanê bi rêya balafiran hinardekirina maliyeta segekê li ser wan dibû 45 dolar, lê niha ew bi rêya Tirkiyê segan hinardeyê welatên din dike û maliyeta segekê derketiye 175 dolaran.

 

Mufek da zanîn ku ew ji sedî 60ê segan dişînin bajarên Iraqê û wiha pê de çû: “Seg herî zêde li Kurdistanê bajarê Silêmaniyê tên firotin. Piştre jî Duhok û Hewlêr tên. Krîza aborî bandor li bazaran segan jî kiriye. Pêştir ji her segekî me nêzîkê 300 dolaran qezenc dikir, lê niha em tenê 50 dolarî qezenc dikin.”

 

Wezareta Çavkaniyên Av û Çandiniya Herêma Kurdistanê hinek merc ji bo hawirdekirina segan diyar kirine û ew jî ev in: Kerta çavderiya segan, seg ne har bin û derziya wan hatibe kirin.

 

Baytar Mamend Mihemed Zekî jî wiha axifî: “Her sal çi bi rêyên yasayî çi bi rêyên deryasayî be hejmareke zêde seg tên Kurdistanê. Loma jî çavderiyeke tund li ser segên tên hinardekirin nîne.”

 

Segên di warê dîtina teqemenî û madeyên hişbir de hatine perwerdekirin bi pesendkirina Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê tên hawirdekirin.

 

Mamend Mihemed Zekî herwiha da zanîn ku li Kurdistanê hejmarek segên beredayî hene û hinek kes û sazî wan segan dibin Amerîka, Rûsya, Fransa, Îran û Tirkiyê difiroşin.

 

Segên Kurdistanê zûtir tên perwede kirin

 

Xwediyê Villa Phetshopê Mufek tekez kir ku segen xwemalî yên Kurdistanê li gor segên din jîrtir, bihêztir in û herwiha zûtir tên perwede kirin.


Mufek axaftina xwe wiha qedand “Min segekî beredayî bir ji rahênanê navder ê segan li Bexdayê Emîr Xalid re. Ligel segên polîsan perwerde kir û got, segê ji Kurdistanê hat zûtir perwerde bû. Herwiha min ji heman corî segek da rahênerekî Efrikî jî. Wî ji got perwerdeya wî segî gelek serkeftî bûye.”