Şer rawestiya, zêr firiya

Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî ragihandina agirbestê ya ji aliyê Amerîka, Îsraîlê û Îranê ve, bihayê zêr 4800 dolar derbas kir û gihişt asta herî bilind a sê hefteyên borî.

Bihayê zêr îro zêdetirî 110 dolaran bilind bû û demekê onsa zêr bi nêzîkî 4813 dolaran hat kirîn û firotin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê di posteke nû de got:

"Ji bo aştiyê rojeke mezin e û gelek karên baş tên kirin. Amerîka dê ji bo hêsankirina çûyîn û hatina keştiyan alîkar be."

Bandora 40 rojên şer li ser bazaran

Di maweyê 40 rojên şerê Îranê de, ji ber girtina Tengava Hurmizê, bihayê petrolê bi awayekî berbiçav bilind bû.

Vê yekê jî hişt ku li ser bilindbûna enflasyonê dilgiraniyên zêde peyda bibin û vê rewşê ziyaneke zêde da bihayê zêr.

Beriya şer bihayê onsa zêr gihiştibû nêzîkî 5274 dolaran lê piştî gurtirbûna şer bihayê zêr bi berdewamî daket.

29ê Kanûna Paşîn a îsal bihayê zêr nêzîkî 5600 dolarî bûbû ku ev di dîrokê de asta herî bilind a zêr bû.