Agirbestê petrol erzan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bazara petrolê îro li piştî ragihandina agirbesta li Rojhilata Navîn yekser guherî.

Piştî ragihandina agirbesta du hefteyî û rawestandina şer a ji aliyê Amerîka, Îsraîlê û Îranê ve petrol bi carekê re erzan bû.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur ji 110 dolaran daket 94 dolaran.

Tewr demekê bihayê petrola brent nêzîkî 91 dolaran jî bû.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî ji 118 dolaran daket 96 dolaran û tewr demekê daket derdora 91 dolaran.

Mercê Trump û pêşniyara Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku agirbest bi mercê wê yekê ye ku Îran bi lez û bi temamî Tengava Hurmizê veke.

Serokê Amerîkayê her wiha da zanîn ku bi rêya Pakistanê pêşniyareke 10 xalî ya Îranê gihiştiye wan da ku li serê dan û standinan bikin.