Şirketeke almanî ya enerjiyê ji Tirkiyê vedikişe

Navenda Nûçeyan - Şirketa almanî ya enerjiyê EWE pişkên xwe yên di nav kompanyayên Bursagaz û Kayserigazê de difiroşe.

 

Medya Tirkiyê ragihand ku şirketa almanî ya enerjiyê EWE ku navenda wê li Oldenburgê ye pişkên xwe yên di nav kompanyayên Bursagaz û Kayserigazê de ku ji sedî 80 pêk tê, difiroşe.


Şirketa EWE ji bo firotina samanên xwe yên li Tirkiyê bi bikirran re gihîştiye rêkeftinê.


Li gor agahiyên berdest yek ji kompanyayên herî mezin a Azerbaycanê SOCAR dê pişkên EWEyê bikirre û tê gotin ku SOCAR razî bûye heta 200-250 milyon dolarî bide şirketa almanî.


EWE li Tirkiyê salana di navbera 2-2.5 milyar sêcar gaza sirûştî tedarek dike.