Gelo zêr dê karibe asta 4 hezar dolaran biparêze?

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseke zêr asta 4 hezar dolaran derbas kir û heta bi 4035 dolaran jî bilind bû.

Ev ji bo zêr asteke gelekî hestyar û dîrokî ye. Eger karibe di van astan de bimîne, dikare zêdetir jî bilind bibe lê eger nikaribe asta 4 hezar dolaran biparêze, bi îhtimaleke mezin em dê di bihayê zêr de paşvekişîneke demkurt bibînin.

Analîza Teknîkî

Ji aliyê teknîkî ve, piraniya nîşanan amaje bi bilindbûneke bihêz a bihayê zêr dikin lê nîşana (RSI), ku hêza tevgera bihayê nîşan dide, di grafîka rojane de derketiye 88an.

Ev tê wê wateyê ku zêr ji hedê xwe zêdetir hatiye kirîn û îhtimala daketinê heye.

Li gorî pisporan, berî ku zêr bilindbûna xwe bidomîne, dibe ku heta bi asta 4 hezar dolaran paşvekişînekê bike ku niha bûye xaleke girîng a piştgiriyê.

Amûrên din ên analîza teknîkî yên wekî "Fibonacci" îhtimala bilindbûna bihayê zêr a heta asta 4050 û 4100 dolarî ya di demeke kurt de nîşan didin.

Mana bihayê zêr a li ser asta 4 hezar dolaran dikare rê li ber bilindbûneke din a heta 4100, 4170 û 4200 dolarî veke.

Lê eger bihayê zêr nikaribe asta 4 hezar dolaran biparêze, dibe ku bi lez dakeve astên 3950 û 3820 dolarî.

Faktorên Jeopolîtîk û Aborî

Helbet hinek sedemên bingehîn û jeopolîtîk bandoreke sereke li ser bihayê zêr dikin ku hinek ji wan ev in:

Amerîka: Serokê Amerîkayê Donald Trump, ducare gef xwar ku dê hikûmetê bigire û bi sed hezaran karmendên federal bişîne malên wan.

Fransa: Partiyên rastgir daxwaza devjikarberdana Emmanuel Macron û lidarxistina hilbijartinên pêşwext dikin.

Japonya: Partiya Lîberal Demokrat a desthilatdar piraniya xwe ya mutleq li parlamentoyê ji dest da û bêyî hevpeymaniyê nikare hikûmetê ava bike.

Xeze û Ukrayna: Asoya gihîştina bi agirbestekê li Xezeyê û bidawîhatina şerê Ukraynayê hîn jî nediyar e.

Pêşniyara Pisporê Navdar

Ray Dalio damezirînerê yekê ji fonên herî mezin ê veberhênanê ye ku 95 milyar dolar sermaye îdare dike.

Ew pêşniyar dike ku veberhêner ji sedî 15ê sermayeya xwe bikin zêr.

Dalio serdema niha dişibîne salên 1970yî ku hikûmetan xerciyên xwe zêde kirin, qîmetê diravan daket, deynên welatan zêde bûn û enflasyoneke mezin serî hilda.

Bihayê zêr di navbera salên 1971 û 1980yî de ji 35 dolaran derketibû 800 dolarî.