Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Pîşesazî, Kanza û Bazirganiyê yê Îranê da zanîn ku qonaxa duyem a bipêşxistina Kaniya Zêran a Zireşoranê ya li navçeya Tîkabê ya parêzgeha Urmiyeyê dest pê kiriye û piştî qedandina projeyê, hilberîna zêr a ji kaniyê dê bibe 3 ton.
Parlamenterê Tîkab û Şahîndizê yê Parlamentoya Îranê Mihemed Mîrzayî ragihand ku biryar e qonaxa duyem a projeya bipêşxistina Kaniya Zêran a Zireşoranê di nava 2 sal û nîvan de biqede û ji bo vê 13 trîlyon tumen veberhênan tê kirin.
Mihemed Mîrzayî da zanîn ku bi bicihanîn û qedandina projeyê re, hilberîna zêr a kaniyê dê ducare bibe û dê salane 3 ton zêr û tonek zîv werin hilberandin.
Mîrzayî destnîşan kir ku bi bicihanîna qonaxa duyem a bipêşxistina Kaniya Zêran a Zireşoranê, dê pirsgirêka bêkariyê li herêmê kêm bibe û dê derfeta kar ji bo zêdetirî 500 kesî bi awayekî rasterast û nerasterast çêbibe.
Kaniya Zêran a Zireşoranê
Kaniya Zêran a Zireşoranê dikeve nêzîkî gundê Zireşoranê û 35 kîlometreyan ji bajarê Tîkabê yê parêzgeha Urmiyeyê dûr e.
Li gorî rapora Birêvebiriya Pîşesazî û Kanzayan a Urmiyeyê, rezerva kanzayê bi zêdetirî 32 milyon ton kevirê bi zêr hatiye texmînkirin.
Sala 2001ê lêkolînên li ser Kaniya Zêran a Zireşoranê dest pê kirin û sala 2014an dest bi vekirina kargeha hilberîna zêr a li kanzayê hat kirin û dawiya heman salê kargeh bi awayekî fermî ji aliyê Cîgirê Yekem ê Serokkomarê wê demê yê Îranê Îshaq Cehangîrî ve hat vekirin û dest bi kar kir.
Birêvebirê Kaniya Zêran a Zireşoranê Cafer Sadiq Eskenderî ragihand ku niha hezar û 200 karker li kanzayê dixebitin û bi qedandina qonaxa duyem a bipêşxistina kanzayê re dê derfeta kar ji bo 300 heta 500 kesên din jî çêbibe.
Rezerva zêr a parêzgehê
Li parêzgeha Urmiyeyê sê kanzayên zêran ên çalak hene; Kanzayên Zireşoran û Axderê yên li Tîkabê û Kaniya Zêran a Rebetê ya li Serdeştê.
Her wiha li Pîranşar, Xoy, Tîkab û Bokanê 5 kanzayên din ên zêr hatine dîtin lê hîn di bin lêkolînê de ne û dest bi hilberîna zêr ji wan kanzayan nehatiye kirin.
Li gorî amarên fermî yên Wezareta Pîşesazî, Kanza û Bazirganiyê ya Îranê, rezerva kevirê zêr a Urmiyeyê zêdetirî 54 milyon tonan e ku zêdetirî 33 milyon ton ji wê tenê li herêma Tîkabê û di kanzayên zêr ên Zireşoran û Axderê de ye.
Li gorî berpirsên Wezaretê, kanzayên zêran ên Urmiyeyê xwedî potansiyela hilberandina 140 ton zêr in.
Parêzgeha Urmiyeyê xwedî rezerva herî zêde ya zêran a li tevahiya Îranê ye û ji sedî 31ê rezerva zêran a Îran û Rojhilatê Kurdistanê li wê parêzgehê ye.
Birêvebirê Pîşesazî û Kanzayan a Urmiyeyê Sexawet Xêrxa 3yê Îlonê ragihandibû:
"Nêzîkî ji sedî 35ê zêrê Îranê li vê parêzgehê tê hilberandin û beşeke mezin ji wê jî ji kanzayên Zireşoran û Axderê yên bajarê Tîkabê ye."
Li gorî Birêvebirê Pîşesazî û Kanzayan a Urmiyeyê, nirxê rezerva zêr a parêzgehê zêdetirî 17 milyar dolarî ye.
Sexawet Xêrxa da zanîn ku eger kar li kanzayên zêran ên parêzgehê bi vî awayî berdewam bike, dê rezerva wan heta nêzîkî 70 salan têrê bike.
Rezerva zêr a Îranê
Heta niha 320 ton rezerva zêr li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatiye dîtin ku 158 ton ji wê li Rojhilatê Kurdistanê ye.
Wezareta Pîşesazî, Kanza û Bazirganiyê ya Îranê da zanîn, ew pêşbînî dikin ku piştî qedandina lêkolînên xwe yên li çend herêman, rezerva zêr dê bigihêje 400 tonî.
Cîgirê Birêvebirê Saziya Bipêşxistin û Nûjenkirina Kanzayan û Pîşesaziya Kanzayan a Îranê Umêd Îmamî 22yê Îlonê ragihand ku Îran salane bi navînî 12 ton zêr ji 24 kanzayên çalak derdixe û bi bicihanîna çend projeyên nû, biryar e ku salane hilberîna zêr di navbera 3-4 tonan de zêde bibe.
Umêd Îmamî diyar kir, biryar e ku heta dawiya bernameya heftemîn a bipêşketina Îranê, ango heta sê salên din, hilberîna zêr bigiêje 25 tonî.
Îran di warê hilberîna zêr de li ser asta Asyayê di rêza 12emîn û li ser asta cîhanê jî di rêza 46emîn de ye.
Li gorî amarên fermî, Îran di warê bikaranîna zêran de li ser asta cîhanê 10emîn welat e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse