Hewlêr (Rûdaw) - Îro di dema girtina bazarên darayî yên cîhanê de bihayê onseke zêr 23 dolaran bilind bû û gihişt 4 hezar dolaran.
Hefteyek e bihayê zêr zêde naguhere. Ev yek di demekê de ye ku deriyên hikûmeta Amerîkayê hîn jî girtîne û di ser vê rewşa li Amerîkayê re 2 meh derbas dibin.
Ji ber vê yekê belavkirina amarên aborî hatiye rawestandin û vê yekê jî bazar sist kiriye.
Niha li şûna amarên aborî yên fermî, bazirgan ji bo nîşaneyên li ser siyaseta diravan û îhtimala kêmkirina rêjeya faîzê li Amerîkayê, pişta xwe didin rapirsiyên sektora taybet.
Li gorî rapirsiyekê, bêkarî li Amerîkayê bi rêjeyeke kêm zêde bûye. Ev yek jî hinekî geşbînî zêde kiriye ku dibe meha bê Amerîka rêjeya faîzê kêm bike.
Şîrovekarên Banka INGyê dibêjin, "Nebûna amarên fermî, rewş nezelal kiriye."
Li gorî bazirganan, îhtimala ku meha bê rêjeya faîzê bê kêmkirin ji sedî 70 ye.
Saziya Hilberîneran a Kanadayî BCA Researchê jî teqez kir ku her çend zêr daketibe bin wê asta dîrokî ya ku meha borî tomar kiribû lê "xwerastkirin û kêmbûna bihayê bi dawî bûye.”
Li aliyê din, pêşbîniyên bilindbûnê yên ji bo paşerojê jî hîn mane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse