Kîloya zîv bi 1865 dolaran e

Hewlêr (Rûdaw) - Îro di yekem roja vebûna bazarên darayî yên cîhanê de, bihayê zîv aram e û ons ji 58 dolaran zêdetir e.

Kîloya zîv niha nêzîkî hezar û 865 dolaran e.

Êvara îna borî, bihayê onsa zîv gihiştibû 59,11 dolaran ku ev di dîrokê de asta herî bilind bû.

Lê paşê ji ber zêdebûna xerciyên bikarhêneran a li Amerîkayê, biha hinekî daketibû.

Lê dîsa jî di asta pîşesaziyê de li ser zîv daxwazeke xurt heye.

Vê daxwaza xurt rê li ber daketina zêde ya bihayê zîv girt û ev daketin sînordar kir.

Kêmbûna rezervên li depoyan û destpêkirina kirînê ya ji aliyê sindoqên veberhênanê ve bazara zîv geş kiriye.

Her wiha pêşbîniyên ku dibêjin dê sala 2025an di pêşkêşkirina zîv de kêmasî çêbibe, sedemeke din a zêdebûna bihayan in.

Ji bilî van, daxwaza zêde ya pîşesaziya enerjiya rojê û teknolojiyên jîngehdost bandorê dikin.

Vê daxwazê piştgiriyeke xurt e da ku bihayê zîv di maweyê navîn de li asteke bilind bimîne.