Li Rojavayê Kurdistanê rêjeya karmendên jin zêde bûye

09-01-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Di van salên dawî de, li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li bajarê Qamişlo, diyardeya karê jinê zêde bûye.


Gelek sedemên vê diyardeyê hene, lê sedema sereke koçberiya hejmareke mezin a ciwanan e. Jin êdî neçar bûne dakevin meydana kar û alîkariya malbatên xwe di debara jiyanê de bikin.

 

Li bazara bajarê Qamişlo diyardeya Jinên karker pir ber bi çav bûye. Piraniya van jinan ji malbatê hejar in. Ew kar dikin da ku alîkariya malbatên xwe di debara jiyanê de bikin.

 

Di salên kirîza Sûriyê de, piraniya xortên Qamişlo koçber bûne û hejmara mezin ji welatiyan jin mane. Lewma ev jin neçar bûne ku dakevin karên cûr bi cûr û li tenişta xortan kar bikin.

 

Karkera bi navê Şadya Ebbas wiha dibêje “Gelek jin kar dikin. Ez li kargeheke şêraniyê kar dikim. Em weke jin û xort bi hev re kar dikin wek xuşk û bira. Ez ji xwe bawerim, lewma ez kar dikim. Ez alîkariya malbata xwe dikim û ev ne şaşitî ye ku jin yan xort kar bike û ti cudabûn nîne. Erê em jin in û taqetek me heye, lê çawa be jî, xort tev derketin û ji bilî jinan nemane û divê em alîkariya malbatên xwe bikin bêyi wê nabe."

 

Piraniya jinên ku kar dikin berê xwe didin karên taybet ên jinan, mîna karê ciwankariyê ku dahateke baş encam dide.

 

Rewşa zehmet li Rojavayê Kurdistanê û nemaze li bajarê Qamişlo, bûye sedem ku piraniya xortan penaber bibin û Jin jî êdî dakevin meydanên kar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst