Senfonî li Qendîlê ye û guhdar li Moskowê ne!
Derûn Rehîm
Hewlêr (Rûdaw) - Enerjî, bi taybetî gaza xwezayî yek ji hokarên sereke yên pêwendiya nearam a navbera Rûsya û Tirkiyeyê ye. Rûsya dabînkera sereke ya gaza xwezayî ji bo Tirkiyeyê ye ku ji sedî 56 ji tevahiya hinardeya gaza xwezayî ya rûsî pêk tîne. Piştgirêdana Tirkiyeyê bi gaza rûsî, bi radeyekê ye ku Tirkiye di qonaxên herî xirab ên pêwendiya xwe bi Rûsyayê re, nikare metroyeke sêca ji hawirdekirina gaza xwezayî ya rûsî kêm bike. Ev pêwendî qasî ku piştgirêdaneke kûr a Tirkiye bi Rûsyayê ye, ewqasî ne hevbeşiyeke bazirganî ye.
Nebûna çavkaniyên din li şûna gaza xwezayî ya Rûsyayê, herwiha geşeya aborî ya xurt û zêdebûna daxwaza Tirkiyeyê li ser enerjiyê, hokarên sereke yên vê pêwendiya neyeksan in. Derbarê çavkaniyên şûngir, Tirkiye ji bilî Rûsyayê, hewl da Îran û Azerbeycanê bike rawestgehên alternatîf, lê biser neket çimkî îranî wek hevbeş ji rûsan ne baştir bûn û bi nirxên giran bi kêmî û qut qutî gaz didan Tirkiyeyê. Azerî jî qasî ku dixwazin gaza xwe bişînin Ewropayê, ewqasî xema têrkirina sûk û bazarên Tirkiyeyê naxwin.
Du stratejiyên nû yên Tirkiyeyê
Di rewşeke wiha de, ji bo rastkirina neyeksaniya pêwendiya xwe bi Rûsyayê re û kêmkirina rîska piştgirêdana bi gaza xwezayî ya Rûsyayê û derketina ji jêr hegemoniya şîretên Gazpromê, Tirkiyeyê du stratejiyên nû meşandin: Ya yekem dîtina çavkaniyên nû yên gaza xwezayî ye ku bikare alîkariya aboriya Tirkiyeyê bike ji bo dabînkirina gaza xwezayî û duyem jî hewldana kirina Tirkiyeyê wek navenda guhastina gaza xwezayî bo bazarên Ewropayê. Yanî Tirkiye bibe xala komkirina boriyên ku gaza xwezayî ji çavkaniyên enerjiyê diguhezin bazarên Ewropayê.
Ev herdu armancên stratejî yên Tirkiyeyê, ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re hem metirsî û hem jî derfet bûn. Metirsî bû çimkî gaza xwezayî ya bêhtir ji Tirkiyeyê re tê wateya zêdebûna hêza Tirkiyeyê. Nemaze eger çavkaniya wê gaza xwezayî ne Rûsya be. Çimkî serbestî û baweriyeke bêhtir dide siyaseta derve ya Tirkiyeyê.
Li hêleke din ji PKKê re derfet bû. PKK bi rêya lêdana vê stratejiya nû ya enerjiya Tirkiyeyê, li ser herdu astên ku Tirkiyeyê bibe navenda hinardekirina gaza xwezayî û çavkaniyên nû bibîne, hevalbendî û piştevaniya wan dewletan bidest bixe ku Tirkiyeyê gaza xwezayî ji wan dikire û pişta xwe bi wan girê dide.
Cenga PKK û Tirkiyeyê ne tenê leşkerî ye
Şerê PKK û tirkan ne li Tirkiyeyê tenê ye û ne tenê şerê leşkerî ye jî. Ji bo berdewamî û debarkirina şerekî wiha demdirêj, dijwar û berfireh pêwistiya PKKê bi hevkariya aliyên din jî heye. PKK bi hûrbînî li ser bikaranîna çeka enerjiyê kar kiriye bi armanca lawazkirina Tirkiyeyê û bidestxistina piştevaniya rûsan û gelên din jî.
Boriyên ku gaza xwezayî ji Kafkasya û navenda Asyayê diguhêzin Ewropayê û di axa Tirkiyeyê de wek navendeke guhastinê derbas dibin, piraniya wan di Bakurê Kurdistanê de derbas dibin. Ev borî beşek in ji siyaseta enerjiyê ya Yekîtiya Ewropayê bo hawirdekirina gaza xwezayî ji çavkaniyên ne rûsî ji bo kêmkirina piştgirêdana bi gaza rûsî. Rûs bi van boriyan ne dilxweş in, çimkî dibin sedemê kêmkirina hinardeya gaza xwezayî bo YEyê û metirsiyê li ser hegemoniya Rûsyayê ya bazara gaza xwezayî li Ewropayê pêk tînin.
PKK tevlî yariya enerjiyê bûye
PKK xwe çend caran gihand van projeyan û hin caran êrişî wan jî kir. Tew li Brukselê nerînek dirust bûye ku Tirkiyeyê ne korîdoreke aram e ku boriyên guhastina gaza xwezayî tê de derbas bibin. Jixwe Rûs li vê yekê bixwe digerin. PKK di gelek helkeftan de bi lîstika enerjiyê bi Tirk û rûsan re lîstiye, bi armanca hîştina Tirkiyeyê li jêr hegemoniya gaza xwezayî ya Rûsyayê.
Wek mînak, di roja 30ê tîrmeha 2015an de ji ber kêşeyên siyasî yên Rûsya û Tirkiyeyê, gotûbêj li ser projeya Turkish Stream ku Rûs dixwazin rikeberiya boriyên ewropî pê bikin, di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hatin rawestandin. Çend saetan piştî wê û di heman rojê de, PKKê êrişî tirêna ku keresteyên avakirin û çêkirina boriya gazê ya Tanapê diguhast kir. Tanap boriyeke rikeber e ligel boriyên rûsî û gazê ji Azerbaycan û çavkaniyên din diguhêze Ewropayê.
PKK ne tenê li ser lawazkirina derfeta Tirkiyeyê ku bibe navenda guhastina enerjiyê kar kiriye. Lê li ser çavkaniyên şûngir jî kar dike “wek Herêma Kurdistanê” ku Tirkiyeyê dixwaze wan bikar bîne da ji gaza xwezayî ya Rûsyayê rizgar bibe.
PKK li dijî boriya Başûrê Kurdistanê derket
Çavê tirkan lê ye di dawiya sala 2019an de 10 milyar metroyên sêca ji gaza xwezayî ji Herêma Kurdistanê hawirde bikin û ev tibab di salên dahatî de bibe 20 milyar metroyên sêca. 20 milyar metroyên sêca ji gaza xwezayî bo bazara Tirkiyeyê tê wateya ku Tirkiyeyê dikare dev ji nêzîka ji sedî 50 ji tevahiya hawirdeya gaza xwezayî ya Rûsyayê berde. Di dawî de jî ev yek dê bibe sedemê ziyana aborî û guhertina balansa hêzê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de. Eger wiha bibe dê bandorê li ser helwest û statûya van herdu welatan di kêşeyên Rojhilata Navîn, Kafkasya, Belqan û navenda Asyayê de jî bike. PKK ev derfet bikar anî ji bo qelskirina Tirkiyeyê û bidestxistina piştevaniya Rûsyayê.
PKK li dijî boriya gazê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de ye. Hênceta PKKê ew e ku boriya gaza xwezayî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de dibe sedemê bihêzbûna AKPê. Lê nisbetî kesên ji siyaseta enerjiyê ya Rûsyayê û têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê fam dikin, ev hêncet qels û lawaz e.
Bi rastî eger mebesta PKKê ya rasteqîn bihêznebûna AKPê be, hingê petrol jî wê bihêz dike û kiriye. Lê hokar ew e ku Rûs gaza xwezayî wek çavkaniya hêz û hegemoniya xwe dibînin û fena stûnekî girîng ji stûnên siyaseta xwe ya derve dinirxînin.
Li ba wan petrol li gor gaza xwezayî berhemeke nesereke ye. Herwiha petrola Herêma Kurdistanê bi qasî gaza wê ya xwezayî nîne ku bikare hevkêşeyên siyasî û aborî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de biguhere. Hokareke din jî ew e ku pêdivî û bikaranîna gaza siruştî ya Tirkiyeyê li gor petrolê zêdetir e û ber bi mezinbûnê diçe. Ji ber van hokaran PKKê dizane çima gefan li pêwendiya gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê dike û xwe li ser petrolê bêdeng dike.
Rûsya nahêle Tirkiye li YPGê bixe
Siyaseta PKKê di van waran de zelal e. PKK bi eşkereyî ji Tirkiyeyê re dibêje em kelem in li pêşiya hawirdekirina gaza xwezayî ji cihekî din ji bilî Rûsyayê. Ev senfonî li Qendîlê tê weşandin û li Moskowê bi miştaqî lê guhdarî dikin!
Wek mînak, di 9ê sibata 2016an de, Tirkiye ragihand ku tendera dirustkirina boriya gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê, amade ye bo pêşkêşkirinê. Piştî çend rojan, PKKê li ser zimanê serkirdekî xwe yê bilind bi navê Demhat Egîd ragihand ku ew bi ti hawî rê nadin rakêşana boriya gazê di navbera Hewlêr û Enqereyê de. Herwiha di roja 19ê sibatê de, PKKê êrişî boriya petrolê ya Kurdistanê kir û 23 rojan hinardeya petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhan li ser Deryaya Spî ya Navîn rawestand.
Di dawî de, di têkliliya enerjiyê ya Rûsya û Tirkiyeyê de, PKKê faktereke girîng e. PKKê dikare bandorê li ser vê têkiliyê bike û piştevaniya lazim ji Rûsyayê werbigire. PKK hevkêşeya “gaza xwezayî li hember piştevanyê” bi Rûsyayê re afirandiye. Ev hevkêşe bi taybetî li Sûriyeyê tê dîtin. Heta niha Rûsya ne amade ye mecalê bide Tirkiyeyê da bi azadî hêzê li dijî YPGê bikar bîne. Lê ev rola PKKê bandoreke xirab li ser sektora gaza siruştî li Kurdistanê dike.