Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran a Iraqê Mehdî Ellaq ragihand, ku ji bo avakirina deverên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, pêwîstiya Iraqê bi 100 milyar dolaran heye.
Mehdî Ellaq li gel Wezîrê Derve yê Kuweytê îro konferanseke rojnamevanî pêk anî û di konferansê de ragihand: “Me di serdana xwe ya welatê Kuweytê de amadekariyên ji bo kongreya avakirina Iraqê gotûbêj kir, ku biryar e di meha Sibatê de were kirin.”
Ellaq aşkere kir: “Emê di 13ê vê mehê de, li ser kavilbûn û pereyên pêwîst ên ji bo avakirina Iraqê, raportek li ser malpera fermî ya kongreyê belav bikin.”
Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran a Iraqê Mehdî Ellaq herwiha destnîşan kir, ku pêwîstiya Iraqê bi 100 milyar dolaran heye ji bo piştgiriya sektora niştecihbûnê, ku zirar gihiştiye sektorên petrol, pêwendî, pîşesazî û xizmetguzariyên sereke yên din ên weke dabînkirina avê jî.
Biryar e di navîna meha Sibatê de, di çarçoveya alîkariyan de ji bo Iraqa piştî DAIŞê, hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekgirtî, banka cîhanî û Kuweyt kongreyek li Kuweytê li dar bixin, ku armanca kongreyê alîkariya navdawletî ye ji bo avakirina Iraqa piştî DAIŞê.
Her çi qas ku Iraq serkevtina ji dijî DAIŞê ragihandiye û niha ti bajar di destê DAIŞê de nîne, lê çekdarên DAIŞê hêj li çend deverên Iraqê mane, bi taybetî jî li biyabanên rojava û ser sînorên Sûriyê.
Nivîsîn: Îlyas Aslanhan



