Kîloya zîv bi 2,613 dolaran e

Hewlêr (Rûdaw) - Îro di dema vebûna bazarên Asyayê de, bihayê onseke zîv ji sedî 4,23, ango 3,30 dolarî bilind bû û gihişt 81,27 dolaran.

Bi vê yekê re niha kîloyek zîv li bazarên cîhanê bi 2,613 dolaran e.

Serketina hevpeymaniya Serokwezîra Japonyayê Sanai Takaichiyê ya di hilbijartinên welatê wê de bandoreke mezin li ser bazarê kiriye.

Tê pêşbînîkirin ku hikûmeta Takaichiyê siyaseteke darayî ya berfireh bi kar bîne û vê yekê jî bawerî daye bazara metalan.

Çavê bazaran li amarên Amerîkayê ye

Di heman demê de, bazirgan vê hefteyê li benda du amarên hestyar û girîng ên Amerîkayê ne.

Roja çarşemê amara peydakirina derfetên kar a taybet a li Amerîkayê ya ji bo meha borî dê were eşkerekirin.

Roja înê jî amara enflasyonê ya heman mehê dê were belavkirin.

Her du amar jî dê saet 16:30î (bi dema Kurdistanê) bin.

Kêmbûna peydakirina derfetên kar û kêmbûna enflasyonê, dê bandoreke erênî li ser wê yekê bike ku Banka Navendî ya Amerîkayê han bide (teşwîq bike) da ku rêjeya faîzê kêm bike.

 Ev yek jî dikare bihayê metalên wekî zêr û zîv bilind bike û dolar daxe, berevajî vê yekê jî dibe ku dolar bilind bibe û metal dakevin.

Rola faktorên siyasî

Her wiha berpirsên Îran û Amerîkayê roja înê li Umanê bi mebesta kêmkirina alozî û girjiyên li herêmê civiyan.

Îran dixwaze uranyuma xwe bimeyîne lê dîsa hewlên dîplomatîk heta astekê rê li ber bilindbûna bihayê zîv girtiye.

Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent derbarê nearamiya bazaran de ragihand ku li pişt wê hilkişîn û daketina tund a hefteya borî ya di bihayê metalên giranbiha de bazirganên Çînî hebûn.

Bessent ew rewş bi rengê “serpêhatiyeke demkî ya ji bo bilindkirina bihayan” bi nav kir.

Îsal heta niha bihayê onseke zîv ji sedî 6 bilind bûye.