Diyaloga Îran û Amerîkayê petrol erzan kir
Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê petrolê daket.
Îran û Amerîkayê soz daye ku dan û standinên navbera xwe bidomînin û vê yekê jî bihayê petrolê daxist.
Berbanga îro bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 49 sentan daket û bermîla wê bi 67 dolar û 56 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 42 sentan daket û bermîl bi 63 dolar û 13 sentan hat firotin.
"Tirsa şer kêm bû"
Şîrovekarê bazarên darayî yê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser mijarê ragihand:
"Amerîka û Îranê gera yekem a dan û standinên xwe yên roja înê erênî pênase kiriye, vê yekê jî dilgiraniyên li ser derketina şer û girtina Tengava Hurmizê kêm kirine."