Dolar xurt bû, zîv erzan bû
Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê onseke zîv 1,30 dolaran ango ji sedî 1,55 daket û ons bi 82,97 dolaran hat kirîn û firotin.
Îro berê sibehê bihayê zîv heta bi 79,77 dolarî jî daketibû.
Li gorî vê yekê, niha li bazarên cîhanî bihayê kîloya zîv 2 hezar û 668 dolar e.
Sedema daketina bihayê zîv xurtbûna dolar e û pêşbîniyên li ser kêmkirina rêjeya faîzê ya Banka Navendî ya Amerîkayê ye.
Giranbûna petrolê û krîza li Tengava Hurmizê
Bihayê her bermîla petrolê bi ser 100 dolarî ket ku ji sala 2022yan ve ev cara yekem e rû dide.
Vê rewşê dilgiraniyên li ser bilindbûna enflasyona cîhanî zêdetir kirine.
Ev yek piştî wê hat ku ji ber aloziyan rê li ber derbasbûna keştiyên petrolê yên di Tengava Hurmizê re tê girtin.
Her wiha beşek ji hilberînerên petrolê yên Rojhilata Navîn hilberîna xwe kêm kiriye.
Pevçûn bûne sedema rawestandina nêzîkî ji sedî 20ê petrola xav û gaza xwezayî ya cîhanê çimkî Îran keştiyên li wê rêya girîng dike hedef.
Bandora li ser Banka Navendî ya Amerîkayê
Zêdebûna bihayê enerjiyê, pêşbîniyên ji bo siyaseta Banka Navendî ya Amerîkayê aloztir dike.
Ev rewş wê nêrînê xurt dike ku dê kêmkirina rêjeya faîzê were bipaşxistin.
Ji bilî wê, zîv rûbirûyî zexteke din jî bûye.
Ew zext jî dilgiraniya wê yekê ye ku dibe zêdebûna bihayê enerjiyê bibe sedema lawazbûna mezinbûna aboriya cîhanê û kêmbûna daxwaza li ser bikaranîna pîşesazî ya zîv.