Li herêmê agir û li cîhanê petrola 120 dolarî: Gelo dê şer bidome?
Hewlêr (Rûdaw) - Îran derbasî hefteya duyem a şer dibe û berpirsên Komara Îslamî ya Îranê bersiva Donald Trump didin û dibêjin ew ne amade ne bê merc xwe radest bikin.
Aboriya Îranê hildiweşe, fişara bihabûna sotemenî û enerjiyê ya li Amerîkayê ji aliyê Demokratan ve li ser Trump hatiye zêdekirin.
Ji bo cîhanê, baca vî şerî karesatbar e û saet bi saet ev bac zêdetir dibe.
10 roj di ser destpêkirina operasyona leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê re derbas bûn ku 28ê meha borî li dijî Îranê hat destpêkirin lê hîn jî Komara Îslamî ya Îranê şer didomîne.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf dibêje, “Em agirbestê naxwazin.”
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî îro ragihand ku eger Îran xwe radest neke dê şer bidome.
Şiyana Supaya Pasdaran a avêtina mûşek û dronan hîn jî heye.
Rêberê nû dest bi kar kiriye û xelkê Îranê di navbera bombebaran û rûxîna aboriyê de asê mane.
Bertekên bilez ên bazaran
Berê sibeha îro, bihayê petrola brent derket 119,36 dolaran û ev ji Hezîrana 2022yan ve asta herî bilind e.
Tevliheviya bazarên cîhanî ji her daxuyaniyeke leşkerî zêdetir dikare bandorên vî şerî eşkere bike.
Tengava Hurmuzê ya ku berê pêncyeka petrola cîhanê jê derbas dibû, niha bi pratîkî girtî ye.
Şirketa şêwirmendiyê ya bi navê Rapidan Energyê dibêje, ev qutbûna herî tund a veguhastina deryayî ya petrola xav e piştî Krîza Suweyşê ya salên 1956-1957an.
Bazarên borsayê yên cîhanê û bihayê pişka şirketan ji Tokyoyê heta Londonê, ber bi daketineke bêwêne ve diçin.
Wezîrên darayî yên Komxebata 7an (G7) ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza enerjiyê re daxwaza civîneke bilez kir.
Pirsa sereke ya pisporên siyasî û aborî êdî ne ew e bê ka dê desthilata niha ya Îranê bimîne yan na, ew e ku dê heta kengî bimîne û man û berdewamiya wê dê çi bacê bide welatên din ên cîhanê?
Dan û standin an şer?
Dihat çaverêkirin ku kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî di roja yekem a êrişan de, hevkêşeyê biguherîne.
Hêviya Amerîkayê ew bû ku bi têkbirina lûtkeya desthilatê, rejîma Îranê hilweşîne.
Lê Meclisa Pisporan bi lez tevgeriya û berê sibeha roja duşemê rêberekî nû destnîşan kir.
Ev kes, kurê Elî Xaminêyî yê Mucteba Xaminêyî yê 56 salî ye.
Pisporên ser bi Enstîtuya Rojhilata Navîn a li Washingtonê ve di wê baweriyê de ne ku destbikarûna Mucteba Xaminêyî îhtimala dirêjbûna şer zêdetir dike.
Çimkî wî ti vebijêrkek ji bo dan û standin û vekişînê nehiştiye.
Lêkolînerê Enstîtuya Hudsonê Can Kasapoglu dibêje, "Dîrokeke dûr û dirêj a Supaya Pasdaran di biryardayîna serbixwe de heye."
Wî pisporî destnîşan kir, "Di saya Mucteba Xaminêyî de, pêwendiyên nefermî yên bi Supaya Pasdaran re dê bibin pêwendiyên fermî û yasayî.
Ev jî tê wê wateyê ku dê tundrew li ser kursiya desthilatê bimînin û şer jî dê bidome."
Cebilxaneyên Îranê
Îranê ji destpêka şer ve heta niha zêdetirî 500 mûşekên balîstîk û nêzîkî 2 hezar dronan avêtine.
Nêzîkî ji sedî 40ê wan ber bi armancên Îsraîlî ve hatine avêtin.
Yên din jî ber bi welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin ku baregehên leşkerî yên Amerîkayê li wan deran hene.
Her çi qasî leza êrişan kêm bûbe jî hîn jî didomin.
Li gorî çavkaniyên Îsraîlê û şîroveyên analîstan, êrişên Amerîka û Îsraîlê di rojên 8 û 9an ên şer de du kargehên sereke yên hilberîna mûşekan ên Îranê wêran kirine.
Niha Îran nikare bi wê leza ku mûşekan diavêje, mûşekên nû çêbike.
Bajarên mûşekî yên binerd hîn jî mane lê deriyên tunelan û rêyên veguhastina wan bi dijwarî tên armancgirtin.
Li gorî senaryoyên cuda yên ku ji aliyê navendên stratejîk ve hatine nirxandin, bi rêjeya ji sedî 55 îhtimal heye ku ev şer 6 heta 12 hefteyan dirêj bike.
Di vê senaryoyê de dê ziyaneke mezin bigihe aliyên şer.
Îhtimala xweradestkirina Îranê di nava 4 hefteyan de, tenê ji sedî 15 hatiye diyarkirin.
Senaryoyeke din a pêşbînîkirî ya wan navendan ew e ku eger Rûsya û Çîn ji aliyê lojîstîkî û cebilxaneyê ve alîkariya Îranê bikin, tê pêşbînîkirin ku şer 4 heta 12 mehan dirêj bike.
Îhtimala pêkhatina vê senaryoyê ji sedî 30 ye.
Ev tenê senaryoyên cuda ne û ne pêşbînî ne. Lê destnîşankirina Mucteba Xaminêyî wekî rêberê nû yê Îranê, dibe ku wan senaryoyan pêk bîne ku amaje bi dirêjbûna şer dikin.
Fişara Amerîkayê ya li ser Çînê
Ji bo fêhmkirina wê yekê bê ka dê şer çi bi aboriya Îranê bike, divê em zanibin beriya şer di çi rewşekê de bû.
Enflasyon ber bi ji sedî 60î ve diçû û tûmen li ber sînorê hilweşîna temamî bû.
Li gorî amaran, ji sedî 80yê dermanxaneyên Îranê li ber îflasê bûn. Şer ev rewş teqand. Êrişên asmanî yên Îsraîlê Depoya Petrolê ya Şehrehanê ya li Tehranê û jêrxana parzûngehan ji nav birin.
Vê yekê jî dahata hinardekirinê û sotemeniya navxweyî ya Îranê bi hev re rawestand.
Rêyên sîber ên bazirganiyê yên ku Îran bi parzûngehên Çînê ve girê dida, niha ketine jêr metirsiyê.
Çîn ji bo rawestandina kirîna petrola Îranê di bin fişara tund a Amerîkayê de ye.
Bi taybetî jî ku Serokê Çînê Xi Jinping, xwe amade dike ku dawiya vê mehê mazûvaniya Donald Trump bike.
Cîhan bacê dide
Hemû welatên cîhanê baca vî şerî didin, di demekê de ku piraniya welatan ti rolên wan di hilbûna vî şerî de nîne.
Zêdebûna bihayê petrolê ya bi rêjeya ji sedî 35an di nav tenê hefteyekê de, di dîrokê de bêwêne ye.
Hetta ji wê şoka ku di sala 2022yan de ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê çêbûbû jî lezttir e.
Pisporên banka Goldman Sachsê pêşbîniyên xwe yên ji bo bihayê petrola Brentê di demeke kurt de bo navbera 100-130 dolarî guhertin.
Banka Barclaysê vê hefteyê hişyarî da û got, "Sekinandina berhemanîna li Îraq û Kuweytê ji niha ve dest pê kiriye û dibe ku bi derbasbûna demê re Îmarat û Erebistana Siûdî jî bi lez li xwe bigire."
Rûsya ji her aliyekî ve sûdmendê stratejîk ê sereke yê arasteya vî şerî ye. Koşka Kremlinê di roja heştem a şer de bi eşkereyî qebûl kir ku "daxwaza ji bo petrola Rûsyayê zêde bûye."
Sê senaryoyên ku ti kes naxwaze pêk bên
Îhtîmala rûdana sê senaryoyan heye. Her yek ji wan wekî "îhtimala kêm lê bandora zêde" tên hejmartin.
Ya yekem, rûbirûbûneke rasterast a deryayî ya li Tengava Hurmuzê ye.
Îranê bi fermî ragihandiye ku dê artêşa wê êrişî wan keştiyan bike ku hewl didin derbas bibin.
Li gorî şirketa şêwirmendiyê ya Rapidan Energyê, tenê pêkdadinek û êrişeke serkeftî ya mûşekî li ser keştiyên cengî yan bazirganî yên Amerîkayê bes e ji bo ku bihayê petrolê derkeve 150 dolarî û Tengava Hurmuzê jî bi çendîn hefteyan were girtin.
Senaryoya duyem, operasyona hêzên taybet a ji bo desteserkirina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê li Îsfehanê ye.
Malpera Axiosê ev wekî planekê ji bo "qonaxeke din a şer" belav kiriye.
Ev operasyonek e ku Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) hişyarî li ser daye.
Senaryoya sêyem, çalakkirina temamî ya Hûsiyan a li Deryaya Sor e.
Rêberê Hûsiyan Ebdulmelîk Hûsî roja 5ê vê mehê ragihand, "Destê me li ser tetikê ye."
Pisporên Enstîtuya Dewletên Ereban ên Kendavê dibêjin, çalakkirina Hûsiyan dê derbeya duyem li rêya veguhastina petrolê bide ku di dîroka hemdem de mînaka vê qet çênebûye.
Divê em li bendê çi bin?
Dema operasyona "Xezeba Destanî" dest pê kir, plansazkerên wê behsa bidawîanîna bernameya nukleer a Îranê û bêhêzkirina Komara Îslamî ya Îranê dikir ku piştgiriyê dide çendîn komên li Rojhilata Navîn.
Piştî 10 rojan, ew armanc hîn jî bi dest neketine.
Li jêrxana uranyumê ya Îranê xistine lê nehatiye têkbirin.
Desthilata Komara Îslamî ya Îranê maye û komên çekdar ên hevpeymanên wê jî hîn nehatine têkbirin.
Îran nikare di vî şerî de bi ser bikeve. Çimkî aboriya wê gelekî lawaz bûye, li artêşa wê bi dijwarî dane û ji aliyê herêmî û navneteweyî ve zêdetir tê îzolekirin.
Lê ezmûna 8 salên şerê Îraqê, cezayên aborî û niha jî kuştina rêberê wê ya Komara Îslamî ya Îranê heye.
Ji ber vê yekê, hîn jî pêşbînîkirina encamên vî şerî ne hêsan e.
Çimkî agirê vî şerî hemû herêm vegirtiye û bandora wê li seranserê cîhanê heye.