Li Rojavayê Kurdistanê sîstema bacê ketiye kar
Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê sîstema wergirtina bacê tê birêvebirin û li gorî wê sîstemê, kompanî, bazirgan, kargeh û otomobîlên barhilgir, her yek li gorî dahata xwe, bacê didin Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser.
Hevserokê Desteya Darayî li Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, Xalid Mehmûd têkildarî mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, sîstema wergirtina bacê li hemû welatên cîhanê heye, bi mebesta zêdekirina budce û dahatê, daku di warên xizmetguzarî, xwendin, perwerde, tendirustî, leşkerî û ewlehî de bêhtir kar û xebat bêne kirin.
Xalid Mehmûd amaje bi wê jî kir li hin tişt, kes û grûpên taybet bac nayê wergirtin û got, “li ser mal, xanî, berhem û amêrên çandiniyê, herwiha pîşeyên hunerî, sazî û rêxistinên xwediyên pêdiviyên taybet û navendên fêrkirinê yên bêberamber kar dikin, bac ji wan nayê wergirtin.”
Mehmûd got: “Ji bo encamdana kar û xizmetguzariyên girêdayî çêkirin yan çaksazkirina rê, avrêjin, naxweşxane, avahiyên tendirustî û çend warên din, salane bac tê wergirtin.”
Hevserokê Desteya Darayî ya ser bi Rêveberiya Xweser ve got: “Yasaya bacê 24ê Îlona 2016an hate ragihandin. Lê ew sal nekete jêr cîbicîkirina wê yasayê. Niha jî baca herdu salên 2017-2018 tê wergirtin. Ew bac jî dikeve nav budceya giştî, piştre li gorî pêwîst tê dabeşkirin, ji bo encamdana kar û projeyan.”
Xalid Mehmûd da zanîn, weke mînak eger dahata kesekî yan karekî 1 milyon û 200 hezar lîreyên sûrî be, wê 1 hezar lîreyan bacê bide, eger dahat 2 milyon lîreyên sûrî be, dê 9 hezar lîreyan bacê bide, eger dahat 5 milyon lîreyên sûrî be, dê 99 hezar lîreyan bide û eger dahat 10 hezar dolar be, dê 200 dolarî bacê bide.
Di heman çarçoveyê de Cîgirê Hevserokê Desteya Darayî li Cizîrê û Berpirsê Gumrikê, Ebdullah Îsa Hiso jî ji Rûdawê re got: “Derbarê kesên ku hest dikin ku ziyan gihiştiye wan, komîteyek ji bo şopandina rewşa wan tê damezrandin. Wergirtina bacê jî, nerîteke cîhanî û navdewletî ye, lê li nav civaka me nebûye kultûreke naskirî.”
Ebdullah Îsa Hiso herwiha got, encamdana projeyên girêdayî jiyana xelkê, pêwîstiya wê bi dahateke gelek ji pereyan heye, tevî ku tibaba pereyên bacên wergirtî ji xerciya wan projeyan kêmtir e, lê ew jî beşek ji alîkariyê ye.
Hiso tekez kir: “Hejmarek ji projeyên mezin hatine bicihkirin, weke mînak, Nexweşxaneya Dil û Çav li Qamişlo. Herwih çareserkirina pirsa xwendina zanîngehan, ku hejmara xwendekaran bêhtir ji 400 hezar kesî ye, pêwîstiya wan bi pirtûk, fêrkirin û sûtemeniyê heye. Di demekê de ku ti dahateke xurt a rêveberiyê nîne.”