Ji ber aloziyên li Hurmizê petrol careke din biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro piştî vebûna bazarên Asyayê, ji ber nezelaliya li ser rewşa Tengava Hurmizê û kontrola Îranê ya li ser wê tengavê bilind bû.

Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 2 dolar û 60 sent bilind bû û bû 97 dolar û 35 sent.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 3 dolar û 2 sent bilind bû û gihîşt 97 dolar û 43 sentan.

Doh ji ber ragihandina agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de, bihayê her du corên petrolê yên brent û Teksasê daketibû bin 100 dolarî.

Daketina bihayê petrola sivik a Teksasê, ji 2020î ve daketina rojane ya herî mezin bû.

Gumanên li ser agirbestê

Lê êrişên berdewam ên Îsraîlê yên li ser Libnanê, gumanê dixe ser agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de.

Îran dibêje ku agirbest rawestandina êrişên li ser Libnanê jî li xwe digire, lê Amerîka û Îsraîl vê yekê red dikin.

Keştî û şirketên keştiyaniyê ragihandiye ku berî ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin, pêdiviya wan bi zelalkirineke zêdetir li ser rewşa tengavê heye.

Îranê nexşeyeke nû ya Tengava Hurmizê ragihandiye û bangî keştiyan kiriye ku li gorî wê rêya ku di nexşeyê de destnîşan kiriye bimeşin da ku nekevin ber mayînên li deryayê.