Şer heye lê hinardeya Çînê gihîşt rekoreke nû

Hewlêr (Rûdaw) - Hinardeya Çînê di meha Nîsanê de tevî alozî û şerê li Rojhilata Navîn ku bandorê li aboriya cîhanê dike, bi awayekî xurt zêde bû.

Hinardeya mehane ya Çînê gihîşt 359,4 milyar dolarî û rekoreke nû şikand.

Li gorî amarên ku ji aliyê Birêvebiriya Giştî ya Gumrikan a Çînê ve hatine eşkerekirin, di meha Nîsana 2026an de hinardeya welêt li gorî heman meha sala borî ji sedî 14,1 zêde bûye.

Hawirde jî bi rêjeya ji sedî 25,3 zêde bûye û gihîştiye 274,6 milyar dolarî.

Zêdebûna bazirganiya derve ya ku meha Adarê 51,1 milyar dolar bû, meha Nîsanê gihîşt 84,8 milyar dolarî.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê û bersivdayîna Îranê bûne sedema zêdebûna lêçûnên enerjî û veguhastinê.

Tevî van hemûyan jî performansa hinardeya Çînê wekî nîşaneya berxwedana li hemberî guherînên aboriya cîhanê tê dîtin.

Rêjeya zêdebûna hinartinê ku meha Adarê ji sedî 2,5 bû, meha Nîsanê bi awayekî berbiçav bilind bû.

Di heman demê de zêdebûna hawirdeyê jî di asteke bilind de ma.

Mesrefên enerjiyê bandor li hawirdeyê kir

Di bilindbûna hawirdeya Çînê de bihabûna enerjî û keresteyên xam bandoreke mezin kir.

Li gorî amaran, Çînê meha Nîsanê 38,4 milyon ton petrol îthal kiriye.

Her çend mîqdara hawirdeya petrolê ji sedî 20 kêm bûbe jî, ji ber bihabûna petrolê nirxê wê yê madî ji sedî 13,2 zêde bûye.

Aloziya li Tengava Hurmizê

Ji ber şerê li Rojhilata Navîn çûn û hatina keştiyan a di Tengava Hurmizê re bi giranî asteng bûye.

Tengava Hurmizê ku ji sedî 25ê bazirganiya petrolê ya cîhanê tê re derbas dibe, ji bo bazirganiya gaza xwezayî (LNG) bi rêjeya ji sedî 20 û ji bo kîmyayê (gubre) jî bi rêjeya ji sedî 30 rêyeke stratejîk e.

Nêzîkî ji sedî 45ê petrolê û ji sedî 30ê gaza xwezayî ya ku Çîn hawirde dike, di ser Kendava Besreyê û Tengava Hurmizê re digihêjin wî welatî.

Tê nirxandin ku astengiyên di trafîka tankerên li tengavê de dibin sedema kêmbûna dabînkirina petrolê û bilindbûna bihayên enerjiyê li cîhanê.