Îraq hêdî hêdî xatir ji pereyên ji dest dixwaze
Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê li saziyên giştî dawî li bikaranîna pereyê ji dest (kaş /neqd) tîne.
Ji 1ê Tîrmeha 2025an û pê ve, hemû danûstandinên darayî dê tenê bi rêbazên dayîna elektronîk bên kirin.
Serokê Desteya Peredayîna Elektronîk a Îraqê Nebîl Necar li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
"Ji 1ê Tîrmehê û pê ve dê li hemû saziyên giştî yên Îraqê danûstandina bi pereyê ji dest bi dawî bibe.
Pêwîst e welatî peredayînên xwe tenê bi rêya kartên elektronîk bikin.”
Nebîl Necar di daxuyaniya xwe de bi bîr anî ku stasyonên enerjiyê jî ji 1ê Hezîrana 2023yan ve bi neçarî dest bi wergirtina dayîna bi kartê kirine.
Hikûmetê bi biryara ku di 18ê Çileya 2023yan de wergirtibû, bingeha vê proseya derbasbûnê danîbû.
Li gorî biryarê, di karûbarên giştî de dayîna elektronîk hate ferzkirin.
Necar got ku niha li seranserê Îraqê zêdetirî 22 milyon kartên bankê yên elektronîk hene û tê çaverêkirin ku ev hejmar heta meha Tîrmehê hîn zêdetir bibe.
Banka Navendî ya Îraqê jî ragihandibû ku ji 1ê Hezîrana 2023yan ve hem di kerta giştî û hem jî ya taybet de sîstemên POS (xala dayîna elektronîk) hatine bikaranîn.
Bankê armanca vê pêngavê wekî “zêdekirina baweriyê bi dayîna elektronîk û sînordarkirina danûstandinên bi pereyê neqd” aşkere kiribû.
Li gorî biryara nû, ji bo karûbarên fermî yên li saziyên dewletê, pêwîst e welatî xwedî kartên bankê bin. Xercên karûbaran û bac dê tenê bi rêya van kartan bên dayîn.
Medyaya dewleta Îraqê jî amaje bi daxuyaniya Şêwirmendê Serokwezîr Salih Selman da û ragihand ku ji meha Tîrmehê û pê ve serdema dayîna bi pereyê neqd li saziyên dewletê dê bi fermî bi dawî bibe.