Şerê sar ê Rûsya û Amerîkayê: Gelo projeyên Kurdistanê di bin metirsiyê de ne?

Moskow (Rûdaw) –  Ambargoyên nû yên Amerîkayê li hember Rûsyayê herî zêde sektora enerjiyê kiriye amanc. Bi van tedbîran, dezgehên darayî û kompaniyên biyanî êdî nikarin veberhênan li projeyên navneteweyî yên Rûsî yên di warê wizeyê de bikin.

 

Di rewşekî weha de Herika Bakûr, an ku North Stream  a Gazproma Rûsî, ku çend veberdêrên Ewrûpî  jî tê de beşdarin,  bi têkçûnê re rûbirû dimîne.

 

Pisporê rûs amaje dike, ku beşdarên biyanî êdî xwe ji projeya North Strem 2  vedikişînin, lê eger Gazprom biryarê bide ku têkeve bin zêdetir bara deynan, ew dikare  bi serê xwe  jî vê projeyê bi serxe.

 

Serokê Enstituya Wize û Darayî Vladîmîr Feygîn di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Hemû  hevkarên vê projeyê, ku hejmara wan pênc e, li ber metirsiyê ne. Yek ji wan, kompanya  ENGIE ya Fransayê ragihand ku ew  dibe ku veberhênana xwe bide rawestandin. Wek tê zanîn ku veberhênana wê yek mîlyar dolar e. Yên mayîn hê jî daxuyanî ne dane. Bi nêrîna min, beşek ji wan  dê xwe vekişînin, yan jî beşdariya xwe bidin rawestandin.  Gazprom, bê guman dikare bi xwe bi sere xwe vê projeyê biser xe. Ji ber ku bargiraniya wê ya deynan zêde nine. Lê  ev yek êdî bîryara wê bixwe ye.”

 

Bi sepandina ambargoyên nû yên ji aliya Amerîkayê ve projeyên navneteweyî yên kompanya Rosneftê jî dikeve bin metirsiyan.

 

Lê şarezayê enerijê, ku bazara navneteweyî ya petrolê ji nêz ve lêdikole, tekez dike ku ti metirsiyek li ser projeya Rosneftê ya li Başûrê Kurdistanê nîne.

 

Pisporê di warê petrol û gazê de Aleksey Gromov jî ji Rûdawê re got: “Projeya li Kurdistana Îraqê ji bo Rosneftê gelek giring e. Li gorî zanyariyên min, ji bo cibicîkirina vê projeyê, Rosneft plan ne dikir ku dest bavêje bi jêderên dararyî yên biyanî. Eger di projeyê de gelek banka û saziyên pîşesazî yên  biyanî hebûna, hingê ew proje jî dê biketa bin metirsiyê.  Lewma jî ew proje bi teqez wê di her rewşê de bê cîbicîkirin. ”

 

Li gor nêrîna pisporê rûs, ew projeyên navneteweyî dikevin bin metirsiyan, yên ku pişka Rûsyayê tê de ji 33 ji 100-î zêdetirin.

 

 

Aleksey Gromov diyar kir: “Di serî de projeyên veguhastina gazê yên North Steam 2 û Turkish Stream dikevin bin metirsiyê; û di projeya Turkish Stream de jî tenê baska duyemîn, ya ku  divê bigihêje Ewrûpayê. Ew proje, bi îhtîmaleke mezin dê bêne cemidandin. Ji ber ku xeteriya li ser  wan gelek mezin in. ”

 

Çavdêrên pê bawer in ku amanca sereke ya ambargoyên ji derve, siyasî ye û bi nêzîkbûna hilbijartina serokê nû yê Rûsyayê di sala 2018-an de, hîn zêdetir têne peytandin. Lê ew tekez dikin ku ambargo nikarin aramiya navxweyî ya Rûsyayê têk bibin, lê dikarin zerbeyeke mezin li aboriya Rûsyayê bixin.