Li Hewlêrê ji bo ciwanan hezar derfetên kar tê dabînkirin

09-09-2018
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Ciwan Derfet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê, bi beşdariya sedan kompaniyên navxweyî û biyanî, Sêyem Pêşangeha Rewange Fures hat vekirin ku armanca wê, dîtina derfetên kar ji bo ciwanên Herêma Kurdistanê ye.

 

Îro yekşemê 09-09-2018an bi beşdariya 119 kompaniyên navxweyî û biyanî Sêyem Pêşangeha Rewange Fures ji bo dîtina derfetên kar ji bo ciwanên Herêma Kurdistanê hat vekirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Hadî Selîmî ji Hewlêrê ragihand ku li gor gotina serperiştyarên dezgeha Rewange Fures, îsal bi rêya vekirina vê pêşangehê, ji bo wan kesên ku li kar digerin, nêzîkî 1000 derfetên kar ji bo ciwanan dê were dabînkirin, dikarin bi rêya dana CVya xwe, derfeta kar bi dest bixin.

 

Di destpêka vekirina pêşangehê de Rêveberê Cîbicîkar ê Projeyên Dezgeha Rewange Ebduselam Medenî axaftinek kir û amaje bi wê yekê kir kir: “Niha dema wê yekê nîne ku hikûmet xelkê damezrîne, li gel wê yekê jî hikûmet pêwîst e bazar rêk bixe.”

 

Pêşangeha Rewange Fures ji bo bidestxistina derfetên kar, dê du roj berdewam bibe, ango îro û sibe, ji saet 10:00ê sibehê dest pê dike heta 18:00ê êvarê.




 

 

Ji bilî kompaniyên navxweyî, çend kompaniyên biyanî jî di pêşangehê de beşdar in û derfetên kar ji bo ciwanan dabîn dikin.

 

Berpirsê yek ji wan kompaniyên ku beşdarî pêşangehê bûye û di warê otomobîlan de derfetên kar pêşkêş dike, ragihand: “Îro me 20 derfetên kar di warên cuda de pêşkêş kirin. Em li wan kesan digerin ku berhemdar in, herwiha bawername jî giring e, weke din giring e ku zimanê Îngilîzî bizanin.”

 

 

 


Piştî qeyarana darayî ya ku di sala 2014an de li Herêma Kurdistanê derket, bidestxistina derfeta kar kêm bûye, li hember wê hejmara ciwanên ku ji zanîngeh û peymangehan der çûne û li benda karkirinê ne, zêde bûye.

 

Li gor amaran, heta sala 2015an zêdetirî 67 hezar derçûyên zanîngeh û peymangehan hebûn ku ji bo kar amade bûn, li hember wê jî bêkarî li Herêma Kurdistanê gihiştiye %15an.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst