Rêveberiya Xweser sedema bihabûna mazotê zelal dike

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser derbarê bihabûna mazotê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, ji ber daketina lîreya sûrî li hember dolar wan mazotê biha kirin.

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê di daxuyaniyekê de eşkere kir, ji ber daketina nirxê lîreya Sûrî, xwediyên gelek refînerên taybet dest ji berhemanîna mazotê berdan, lewma refînerên ser bi rêveberiyê ve nikarin pêdiviya xelkê ji mazotê pêk bînin.

Luqman Ehmê da zanîn, ku ew dê mazotê weke nirxê berê bidin xwediyên firnan ji bo ku nan biha nebe, û herwiha ewê mazotê belaş bidin dibistan û malbatên şehîdan.

Xwedanê navendeke firotina sotemeniyê Simaîl Ferho diyar kir ku ji wan hatiye xwestin nirxê mazotê giran bikin.

Her tişt li Rojavayê Kurdistanê girêdayî mazotê ye, zivistan jî li ber deriyan e, xelk ji wê yekê ditirsin rewşa wan ji vê xirabtir be û nikaribe debara jiyana berdewam bikin.

Mamosteya bîrkariyê Siltaneh Hemê jî dibêje biha mazotê li gor par gelek biha bûye û ew yek dê bandore li tevahiya jiyana wan bike.

Li gor biryara Rêveberiya Xweser, dê nirxê mazotê ji bo firnên nan weke xwe bimîne, ew jî ji bo ku bi kêmanî nirxê nan giran nebe.

Xwediyê firnan dibêjin, eger mazot ji bo wan giran bibe, ew dê neçar bibin deriyên firnên xwe bigirin.

Daketina lîreya sûrî, bandoreke pir xirab li ser jiyana welatiyan çê kiriye, her tişt giran dibe, lê mûçe û miaşê xelkê weke xwe dimîne, rêjeya hejariyê ,li Rojavayê Kurdistanê her ku diçe, bilindtir dibe.