Agirbesta li Xezeyê bihayê petrolê daxist

Hewlêr (Rûdaw) - Peymana Îsraîl û Hemasê ya ji bo ragihandina agirbesta li Xezeyê, îro bû sedema daketina bihayê petrolê.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 51 sentan daket û bermîlek bi 65 dolar û 74 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 55 sentan daket û bermîlek bi 62 dolaran hat firotin.

Serokê Amerîkayê ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê li ser ragihandina agirbestê û pevguherîna dîlan û girtiyan li hev kiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ragihand ku ew dê îro kabîneya xwe kom bike da ku planê pesend bike.

Kêmbûna metirsiyên jeopolîtîk

Peymana ku dikare dawî li şerê du salan ê li Xezeyê bîne, dê bibe wesileya kêmbûna metirsiyên jeopolîtîk û bi vî awayî bandorê li bazara petrolê bike.