Onsa zêr bi 4 hezar û 190 dolarî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Onsa zêr îro bi nêzîkî 4 hezar û 190 dolarî ye û ev biha ev çend roj in zêde naguhere.

Îro civîna durojî ya Komîteya Bazara Vekirî ya Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) a li ser rêjeya faîzê dest pê dike û sibe biryarê radigihînin.

Ji ber vê yekê bazirgan bi baldarî tevdigerin.

Onsa zêr di paymanên paşerojê de jî bi nêzîkî 4 hezar û 220 dolarî ye.

"Zêr dikare bigihe 5 hezar dolaran"

Serokê Beşa Stratejiyê yê Şirketa Zaner Metalê Peter Grant li ser mijarê got:

"Bazar li benda biryara Banka Navendî ya Amerîkayê ya li ser faîzê ye.

Bingehên bazara zêr bihêz in û di çaryeka yekem a sala 2026an de bihayê zêr dikare bigihe 5 hezar dolaran."

Li gorî rapirsiyan, bazirgan şansê kêmkirina faîzê ji sedî 90 dibînin.

Banka Navendî ya Amerîkayê sibe demjimêr 21:00ê (bi dema Kurdistanê) biryara xwe ya li ser faîzê eşkere dike.

Serokê Bankê jî dê piştî eşkerebûna biryarê konferanseke rojnamegeriyê li dar bixe û li ser civîna xwe ronîkirinê bike.