Bihayê petrolê îro zêde neguheriye

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê piştî daketina bi rêjeya ji sedî 2 a doh, îro zêde neguherî.

Bermîla petrola brent a Deryaya Bakur bi 62 dolar û 47 sentan tê firotin.

Bermîla petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî bi 58 dolar û 84 sentan tê firotin.

Hilberîna Qurneya Rojava dest pê kir

Lukoilê doh parzûngeha Qurneya Rojava-2 dîsa çalak kir ku hilberîna li wir berê ji ber diziya petrolê hatibû rawestandin.

Parzûngeha Qurneya Rojava-2 (li başûrê Îraqê ye) rojane 460 hezar bermîl petrol hildiberîne ku ev jî dike ji sedî 0,5ê tevahiya petrola ku li cîhanê tê hilberîn.

Ev parzûngeh samana herî mezin a şîrketê ya li derveyî Rûsyayê ye û ji sedî 75ê pişkan ên wê ne.

Zextên Amerîkayê û şîrketên Rûsyayê

Lukoil yek ji wan şîrketên mezin ên Rûsyayê ye ku li gorî biryara îdareya Trump, siza li ser hatiye sepandin.

Ev siza wekî karteke zextê li dijî Rûsyayê tê bikaranîn da ku razî bibe li Ukraynayê agirbestê qebûl bike.

Du şirketên mezin ên petrolê yên Amerîkayê, Chevron û Exxon Mobilê amadebûna xwe nîşan daye ku wê parzûngehê ji Lukoilê wergirin.