Hişyariya Amerîkayê rê nade ku petrol erzan bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê petrolê daket.

Bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 25 sentan daket û bi 68 dolar û 79 sentan hat firotin.

Bihayê bermîleke petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 23 sentan daket û bi 64 dolar û 13 sentan hat firotin.

Hişyariya li ser Tengava Hurmuzê

Amerîkayê hişyarî daye keştiyên bazirganiyê ku Tengava Hurmuzê ne ewle ye û ev yek bûye sedem ku bihayê petrolê di asteke bilind de bimîne.

Wezareta Veguhastinê ya Amerîkayê daxwaz ji keştiyên bazirganiyê kiriye ku heta ji destê wan tê xwe ji peravên Îranê dûr bixin.

Hişyariya Amerîkayê doh bihayê petrolê ji sedî 1 bilind kiribû.

Aloziyên Îran û Amerîkayê yên li Kendavê di rojên dawî de piştgirî daye bihayê petrolê.