Bazirgan kara xwe kom dikin û zîv erzan dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê zîv daket biniya 82 dolaran.

Bilindbûna bihayê zîv a di du rojên borî de, hinek bazirgan han dan ku ji bo komkirina karê zîvên xwe bifroşin û vê yekê jî kir ku îro bihayê zîv dakeve.

Bihayê zîv ji lûtkeyê dûr e

Zîv çend rojên borî biha bû lê hîn jî ji asta xwe ya herî bilind a ku 29ê Kanûna Paşîn bi dest xistibû ji sedî 33 kêmtir e.

Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent nearamiya bihayê metalan dixe stûyê Çînê.