Dolar daket, zîv biha bû
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onseke zîv 1,36 dolaran zêde bû û bi 88,37 dolaran tê kirîn û firotin.
Îro berê sibehê bihayê zîv heta 89,97 dolaran jî zêde bûbû.
Li gorî vê yekê, niha li bazarên cîhanê bihayê kîloyeke zîv bi 2 hezar û 841 dolaran e.
Di peymanên paşerojê de jî onseke zîv bi 88,68 dolaran e.
Daketina dolar zîv biha kir
Daketina bihayê dolar sedema sereke ya giranbûna bihayê zîv e.
Hêviya veberhêneran a ji bo bidawîhatina bilez a şerê Îranê, sedema sereke ya daketina dolar û zêdebûna bihayê madenan e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê ber bi dawiyê ve diçe û ji dema pêşbînîkirî ya destpêkê ku 4-5 hefte bû, gelekî bileztir e.
Trump her wiha destnîşan kiribû ku plana wî heye sizayên girêdayî petrolê yên li ser welatan, Rûsya jî di nav de, betal bike.
Wî dabû zanîn ku wekî pêngavekê ji bo kontrolkirina bihayê petrolê, dê hêza deryayî ya Amerîkayê hevaltiya keştiyên petrolê yên li Tengava Hurmizê bike.
Di rojên borî de bihayê dolar ji ber daxwaza zêde ya veberhêneran zêde bûbû û ev jî bûbû sedema daketina bihayê zêr û zîv.
Ev rewş ji ber wê yekê bû ku nakokiyên Rojhilata Navîn û zêdebûna bihayê petrolê, tirs û dilgiraniya derbarê bipaşketina aborî û serhildana enflasyonê de durist kiribû.
Di heman demê de, veberhêner li benda daneyên enflasyonê yên meha borî yên li Amerîkayê ne.
Daneyên enflasyonê sibe saet 15:30î (bi dema Kurdistanê) tên eşkerekirin.
Enflasyona Amerîkayê di meha Kanûna Paşîn de ji sedî 2,7an daketibû ji sedî 2,4an.
Lê di daneyên sibe de pêşbînî nayê kirin ku bandorên şerê Îranê bi temamî reng bidin.