Petrol piştî daxuyaniyên Trump erzan bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump daket.

Trump ragihandibû ku şerê bi Îranê re dê ew qasî neajo û dê zû biqede.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro daket biniya 95 dolaran.

Bihayê petrola brent doh xwe gihandibû 120 dolarî.

Her wiha bihayê petrola sivîk a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî zêdetirî 4 dolaran daket û bermîleke wê bi nêzîkî 90 dolarî tê firotin.

Banga Trump a ji bo parastina keştiyên petrolê

Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku hêza deryayî ya Amerîkayê amade ye wan keştiyên petrolê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin biparêze.

Serokê Amerîkayê her wiha daxuyand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê amade ye ji bo pêşkêşkirina petrola zêdetir a li bazaran dorpêça li ser Rûsyayê rake.

Lêkolerê bazarên darayî yê şirketa şêwirmendiyê IGyê Tony Sycamore li ser vê mijarê anî zimên:

"Daxuyaniyên Donald Trump ên ji bo kêmkirina dilgiraniyên li ser girtina Tengava Hurmizê hene lê tê pêşbînîkirin ku di çend hefteyên pêşiya me de bihayê petrolê zêdetir nearam bimîne."