Berê zêr dîsa li bihabûnê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Bazara zêr îro bi bilindbûnê vebû.
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dê şerê Îranê zêde nedome û dê di demeke nêzîk de bi dawî bibe, petrol û dolar erzan bûn.
Ev yek jî bû sedema zêdebûna bihayê zêr.
Bihayê onseke zêr îro ji sedî 0,8 (nêzîkî 40 dolarî) zêde bû û ons bi 5179 dolaran hat kirîn û firotin.
Bihayê dolar îro ji sedî 0,4 daket.
Daketina bihayê petrolê bûye sedem ku dilgiraniyên li ser zêdebûna enflasyonê kêm bibin.
Ev jî dihêle ku Banka Navendî ya Amerîkayê neçar nebe ji bo kontrolkirina enflasyonê rêjeya faîza bankê zêde bike.
Pisporê bazarên darayî yê kompanyaya şêwirmendiyê ya OANDAyê Kelvin Wong li ser vê mijarê got:
"Daxuyaniyên Donald Trump dilgiraniyên girêdayî zêdebûna enflasyonê kêm kirine."
Serokê Amerîkayê her wiha destnîşan kir ku eger Îran Tengava Hurmizê bigire dê êrişên Amerîkayê pirtir bibin.