Wezareta Pêşmergeyan derbarê meaşan daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê ragihand ku alîkariya aborî ya meha gulanê ji aliyê Hevpeymaniya Navneteweyî ve tê dayîn, dê di nava vê hefteyê de were belavkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin ku dê pereyê alîkariyê sibeha çarşemê bikeve ser hesabên wezaretê û roja pêncşemê jî dê dest bi pêvajoya belavkirinê were kirin.
Di vê çarçoveyê de, bi giştî 61 hezar û 375 karmendên Wezareta Pêşmergeyan dê bi rêya sîstema "Projeya Hesaba Min" ji van alîkariyan sûd wergirin.
Armanca van piştgiriyên darayî yên berdewam û birêkûpêk ew e ku piştgiriyê bidin pêvajoya reformê ya ji bo sazîbûn û yekxistina hêzên Pêşmergeyan .
Koalîsyona Navneteweyî, di çarçoveya profesyonelkirin û ji nû ve birêxistinkirina hêzên Pêşmergeyan de her meh bi qasî 25 milyon dolarên Amerîkî piştgiriya darayî pêşkêş dike.