Koçberên Şingalê bazar dewlemend kirin
Dihok (Rûdaw)- Nêzîkî 50 malbatên koçber ên Şingalê li gundê Girşînê yê parêzgeha Dihokê jiyana kamp û çadiran red kirine û niha karê çandiniya keskatiyê dikin.
Wan koçberan erd ji xelkên gund wergirtine û bi nêvî xiyar, bacan û bacanên reş dixin bazara Dihokê.
Yek ji wan koçberan dibêje, ev karê ku em dikin pir paştir e ji rûniştina nava kampan.