Li Tirkiyê 4 milyon kes ji ber deynê bankayan di bin şopandina yasayî de ne
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Yekitiya Bankayên Tirkiyê, 4 milyon û 148 hezar welatî ji ber deynê kredî û karta krediyê di bin şopandina yasayî de ne.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, her diçe qeyrana aborî kûrtir dibe û deynên welatiyên ên bankayan 163 milyar lîre derbas kirine.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hejmara deyndarên ketin bin şopandina yasayî di 5 mehên destpêkê yên sala 2022an de %83 zêde bûne û derbarê 748 hezar û 437 kesên nû de rêkarên yasayî hatine destpêkirin. Bi tevahî hejmara giştî gihiştiye 4 milyon û 148 hezar kesan.
Herwiha hejmara dosyeyên li daîreyên deynan (îcra) jî di nav salekê de milyonek û 466 hezar zêde bûne û bi tevahî gihiştiye 24 milyon û 53 hezar dosyeyan.
Deynê krediyên di bin şopandina yasayî de ku heta dawiya sala 2021ê 151 milyar lîre bû, sala 2022ê gihiştiye 163 milyar lîre.