Berê zêr ber bi bihabûnê ve ye
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî alozî û pirsgirêkên jeopolîtîk berê zêr ber bi bihabûnê ve diçe.
Roja sêşemê her çi qasî bihayê zêr rekoreke nû ya dîrokî şikand û gihişt 3,674 dolaran jî di dema girtina bazaran de, bihayê zêr bi awayekî berbiçav daket nêzîkî 3,620 dolarî.
Doh bihayê zêr ji ber bihabûna dolar û sûda xezîneya Amerîkayê di dema girtinê de daketibû.
Îro dolar nekarî bihabûna xwe bidomîne.
Her wiha aloziyên herêmê jî piştgirî da bihayê zêr û daketina li asta 3,620 dolarî bi dawî bû û bihayê zêr careke din berê xwe da bihabûnê.
Niha her onseke zêr bi nêzîkî 3,640 dolarî tê kirîn û firotin.
Îsraîlê êrişî avahiyeke li Qeterê kir ku serkirdeyên Hemasê lê bûn.
Rûsyayê jî êrişên xwe yên li ser Ukraynayê tundtir kirine.
Polonyayê jî ragihand ku wan dronek xistiye xwarê.
Van aloziyan wiha kiriye ku zêr ber bi bihabûnê ve biçe.