TIRKIYE - Li 30 bajarên mezin sîstema bacê hat guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 30 bajarên mezin ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sîstema bacê ya bi navê "Rêbaza Hêsan" tê rakirin.

Esnafên li bajarên ku nifûsa wan ji 30 hezarî zêdetir e, dê wekî bazirganan bacê bidin.

Biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin û dê ji 1ê Kanûna Paşîn a 2026an were destpêkirin.

Ev guhertin dê ji bo gelek esnaf û sektora veguhastinê barên nû bîne.

Berpirsiyarî dê zêde bibin

Li gorî biryara Serokkomariya Tirkiyeyê, esnafên ku berê bi rêbaza hêsan bac didan, dê niha neçar bimînin ku defterên hesabgiriyê bigirin, belgeyan bi rêk û pêk bikin û beyannameyan bidin.

Sektora veguhastinê jî di nav de ye

Bi taybetî li 30 bajarên mezin, dê şofêrên teksî û minîbusan jî li gorî sîstema nû baca xwe bidin û bi vê yekê re dê berpirsiyariyên wan ên li hemberî saziya darayî zêde bibin.

Armanc zêdekirina dahata bacê ye

Hat ragihandin ku yek ji armancên sereke yên dewletê di vê guhertinê de zêdekirina dahatên bacê ye.

Tê payîn ku sîstema nû bibe sedema zêdebûna lêçûnên esnafên biçûk.