Îranê hinardekirina 25 cure kelûpelan qedexe kir

Hewlêr (Rûdaw) – Cezayên aborî yên Amerîkayê yên li ser Îranê û daketina buhayê tumen wisa kiriye ku roj bi roj nirxê alav û kelûpelên li Îranê ber bi zêdebûnê ve diçe û Îran hinardekirina kelûpelan qedexe dike.

 

Ji bo rêgirtina zêdebûna nirxê kelûpelan, hikûmeta Îranê di biryarên xwe yên herî nû de hinardekirina nêzîkî 25 cure alavan bo welatên cîran qedexe kirin.

 

Cîgirê Parêzgarê Urmiyê Reza Huseynî ji Rûdawê re ragihand, tiştên ku hinardekirina wan zirar dide bazarên Îranê qedexe kirine. Li gor Rêveberê Giştî yê Gumrigên Herêma Kurdistanê jî, ji ber wê biryarê Îran bi xwe dê zirar bike.

 

Reza Huseynî ji Rûdawê re ragihand: “25 cure alav hatin qedexekirin. Ew jî alavên ku piştgiriya hikûmeta Îranê li ser e. Em bi taybetî hatine vê derê ji bo peywendiyên xwe, karên xwe yên bazirganî û hinardekirin û hawirdekirina xwe ya ji Herêma Kurdistanê zêdetir bikin. Bi wateyeke din, armanca me ew e ku em peywendiyên xwe pêş bixin.”

 

Kelûpelên ku ji aliyê Îranê ve hinardekirina wan hatine qedexekirin; weke birinc, ard, rûn, sezwe û mêwe û çend pêwîstiyên din ên rojane ne. Ji ber van biryarên nû yên Îranê, danûstaninên bazirganî yên li sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dê kêm bibin.

 

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Gumrigên Herêma Kurdistanê Ebdulqadir Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “Destpêkê dibe ku bandora wê hebe, lê ev dê demkî be. Piştre bazirgan rêyên din li sînorên Herêma Kurdistanê dibînin û heman wan kelûpelên ku Îranê qedexe kirine, hawirde dikin.”

 

Kêmbûna buhayê tumen wisa kiriye ku gelek bazirgan her roj bi sedan cure kelûpelên Îranî hawirdeyî Başûrê Kurdistanê bikin. Ji aliyên din ve jî lîreyê Tirkî jî weke tumen buhayê wî li hember dînar û dolar kêm bûye. Dibe ku kelûpelên Tirkiyê bibin cîgirê kelûpelên qedexekirî yên Îranê. Niha kelûpelên li bazarên Başûrê Kurdistanê, tenê %10 berhemên navxweyî ne. %45 berhemên Tirkiyê, %30 ji Îranê û %15 jî yên welatên din têne hawirdekirin.