Biryara Amerîkayê bihayê zîv bilind kir
Hewlêr (Rûdaw) - Îro di roja yekem a vebûna bazaran de, bihayê onseke zîv 69 sentan, ango ji sedî 1,43 bilind bû û gihişt 49,19 dolaran.
Bi vê yekê re niha kîloyek zîv li bazarên cîhanê bi 1,581 dolaran e.
Demokrat û Komariyan li Senatoya Amerîkayê li ser pakêteke fînansekirina hikûmetê li hev kir ku ev yek dikare dawî li girtina 40 rojî ya deriyên hikûmetê bîne.
Her çend vê gavê bihayê dolar û pişkên Amerîkayê bilind kiribin jî li ber bilindbûna bihayê zîv nebû rêgir.
Amerîkayê zîv xist 'lîsteya metalên biqîmet'
Her wiha li Amerîkayê, hikûmetê zîv li lîsteya metalên biqîmet zêde kir.
Bi vê yekê zîv digihîje asta mis, uranyum û metalên kêmpeyda û rê li ber piştgiriyeke zêdetir a hikûmetê ji bo zîv xweş dike, wekî kêmkirina baca li ser zîv, destûrên lêgerînê û parastina bazirganiyê.
Ev gava Amerîkayê îşaret bi girîngî û zêdebûna rola zîv a di zincîra dabînkirina pîşesaziyê de, bi taybetî di otomobîlên elektrîkî, panelên enerjiya rojê û amûrên elektronîk de dike. Ji sedî 60ê daxwaza li ser zîv jî ji van sektora tê.
Biryar tê wê wateyê ku kêmasiya zîv êdî ne tenê pêşbîniyek e, belkî rastiyek e ku li ber çavan tê girtin.