Yekîtiya Ewropa 72 milyon euro deyn dide Iraqê
Bexda (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê û Yekîtiya Ewropayê sê rêkevtin ji bo cîbicîkirina projeyên avedankirin û avakirina navçeyên kontrolkirî ji destê DAIŞê îmze kirin.
Yekîtiya Ewropayê bo piştevaniya projeyên avedankirinê û avakirina navçeyên wêranbûyî, 72 milyon û 500 hezar euro deyn dide hikûmeta Iraqê. Şandeke Yekîtiya Ewropayê jî bi serdanekê li Iraqê ye û dê serdana navçeyên ku ji destê DAUŞê hatine kontrolkirin, bike.
Her sê rêkevtin li Bexdayê bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî yê Iraqê, Fuad Husên û Rêveberê Geşepêdan û Hevkariyên Bo Navçyên Asya û Rojhilata Navîn li Yekîtiya Ewropayê, Pier Amilat hate îmzekirin.
Piştî îmzekirina wan rêkevtinan, Fuad Husên di konferanseke rojnamevanî de got: Me bi armanca pêşkêşkirina xizmetguzariên sereke, çalakkirina aboriyê û bêtir piştevanîkirina li sektora enerjiyê, sê rêkevtinên stratejîk li gel Yekîtiya Ewropayê îmze kirin.
Wezîrê Darayî yê Iraqê herwiha got, ew rêkevtin girêdayî cîbicîkirina nenavendîtiyê û piştevaniya li sektora taybet û herwiha vegerandina awareyan bo cih û warên wan in.
Rêveberê Geşepêdan û Hevkariyên Bo Navçyên Asya û Rojhilata Navîn li Yekîtiya Ewropayê, Pier Amilat jî ragihand, ew girêbest hûrgilî û cîbicîkirina hejmarek ji wan rêkevtinan e ku di Kongreya Kuweytê y abo avedankirina Iraqê hatibûne îmzekirin.
Pier Amilat tekez kir, di qonaxa yekem de Yekîtiya Ewropayê 10 milyon euro bo cîbicîkriina projeyên akincîbûnê li parêzgehên Enbar, Neynewa (Mûsil), Kerkûk, Selahedîn û Diyaleê xerc dike, daku aware bikarin bi aramî bi xwesteka xwe vegerin ser warên xwe.
Bi gotina Amilat, herwiha di qonaxa duyem de 48 milyon û 500 hezar euro ji bo bidestxistina vejandin û seqmgîriyeke zêdetir li parêzgehên Enbar, Besra, Duhok, Hewlêr, Mîsan, Neynewa, Selahedîn, Silîmanî û Zîqarê tê terxankirin.
Wî rayedarê ewropî hgerwiha da zanîn, ku Yekîtiya Ewropa di qonaxa sêyem a cîbicîkirina wan rêkevtinan de jî 14 milyon euro bi armanca piştevanîkirina li hewlên hikûmeta Iraqê bo encamdana reforman di sektora enerjiyê de terxan dike.