Bihayê petrolê bilind bû û 62 dolar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro hinekî bilind bû û 62 dolar derbas kir.

Bazirgan li benda encama civîna dawî ya îsal a Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) ne.

Civîn îşev demjimêr 22:00yan (bi dema Kurdistanê) e û dê biryar li ser rêjeya faîzê were dayîn.

Îro bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 21 sentan bilind bû û bermîl bi 62 dolar û 5 sentan tê firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 23 sentan bilind bû û bermîl bi 58 dolar û 38 sentan tê firotin.

Bihayê petrolê roja sêşemê bi rêjeya ji sedî 1ê daketibû.

Şîrovekarên Kompanyaya INGyê bal kişand ser bandora rewşa jeopolîtîk a li ser bazaran û ragihand:

“Nezelalî li ser çarenivîsa petrola Rûsyayê û agirbesta Ukraynayê heye lê dîsa jî bazara petrolê rûbirûyî daxwaze zêde ya petrolê bûye.”

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku wan bi welatên Ewropayê re planeke agirbestê ragihandiye û ew dê pêşkêşî Amerîkayê bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump rexne li Zelenskyy girtin ku plana Amerîkayê ya ji bo rawestandina şerê li Ukraynayê nexwendiye.