Kîloya zîv bi 2 hezar û 821 dolaran e
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onsa zîv îro bi qasî 1,9 dolar ango ji sedî 2,40 bilind bû û gihişt 82,60 dolaran.
Bi vî awayî niha kîloya zîv li bazarên cîhanê bi 2 hezar û 821 dolaran e.
Divê were gotin ku êvara doh onseke zîv daketibû biniya 80 dolarî.
Sedema sereke ya vê bilindbûnê amarên sektora firotina perakende ya Amerîkayê ne ku nîşan didin Kanûna Pêşîn a 2025an firotin tenê ji sedî 0,4 mezin bûye.
Ev, yek nîşaneya zexta li ser xerciyên bikarhêneran a li wî welatî ye.
Niha çavê bazarê li belavkirina daneyên îstîhdamê yên sektora taybet a Amerîkayê yên meha borî ye ku dê îro bi dema Kurdistanê saet 16:30î werin belavkirin.
Pispor di wê baweriyê de ne ku eger dane di bin pêşbîniyan de bin, dibe ku bihayê madenên giranbiha zêdetir bibe.
Hilberîner tevî vê bilindbûnê, hîn jî di dan û standinan de bi baldarî tevdigerin, bi taybetî piştî wê bêîstîqrariya ku du hefteyên borî li bazara madenan hebû û biha daketibûn asteke dîrokî.