Bitcoin roj bi roj dihele

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê Bitcoinekê nêzîkî hezar dolarî daket û Bitcoin bi derdora 67 hezar û 600 dolarî tê kirîn û firotin.

Bitcoinê di nava mehekê de ji sedî 25ê bihayê xwe ji dest daye.

Her wiha di nava salekê de jî zêdetirî ji sedî 30ê bihayê Bitcoinê daketiye.

Hefteya çarenivîsaz

Şarezayên diravên dîjîtal bawer dikin ku hefteya pêşiya me ji bo Bitcoin û diravên din ên dîjîtal çarenivîsaz e.

Bi nêrîna wan, ev hefte dê diyar bike bê ma Bitcoin dikare xwe nêzîkî asta 80 hezar dolarî bike yan dadikeve nêzîkî 50 hezar dolarî.