ROJAVA- Herêmeke dewlemend û miletekî perîşan
Hewlêr (Rûdaw)- Rojavayê Kurdistanê herêmeke dewlemend û xwedî samaneke siruştî ye û piraniya dahata welatê Sûriyê ji navçeyên kurdî ye, lê xelkê wê ti xêrekê ji heta niha ji van dahatan nedîtine û di nava hejariyeke mezin de dijîn.
Li gorî nerînên pisporên aborî, derbarê dahata Rojavayê Kurdistanê, hatiye diyarkirin ku eger ev herêm serbixwe û aram be, dikare xwedî dahateke taybet be, ji ber ku piraniya dahata Sûriyê ji navçeyên kurdî ye.
Aborînasan dibêjin eger herêmeke serbixwe li vê deverê were ragihandin wê serkitinê bidest bixîne.
Rûbera Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 24 hezar kîlometreyên duca ye. Hejmara nişteciyên wê jî nêzîkî 3 milyon û 500 hezar kes e, ku piraniya wan Kurd in, ligel hinek kemîneyên weke Ereb û Aşûriyan.
Endamê Komeleya Aborînasên Kurd li Sûriye Xorşîd Elîka ji Rûdawê re ragihand: “Yedeka stratejîk a petrolê li Rojavayê Kurdistanê 9 milyar bermîl heye, ligel berhemdana 235 hezar bermîl rojane, ku dibe bigihêje 3 hezar bermîl rojane.”
Xorşîd Elîka wiha got: “Bi ser de jî gaza Swêdîkê tenê di sala 2011ê de rojane gihişte 16 hezar cêrên gazê, ku ev jî rêjeyeke bilind e li gorî Sûriyê bi giştî. Herwiha Rojavayê Kurdistanê bi fosfat û çementoyê jî dewlemend e.”
Li gorî Elîka, dahata firotina petrola Rojava jî digihêje 500 milyon dolar, bi wateya ku tevahiya dahatan, di salekê de, digihêje 10 milyar û 800 milyon dolar.
Ji aliyekî din ve, beşê çandiniyê jêdreke dewlemend e ji bo herêma Rojavayê Kurdistanê, ku zeviya çandiniyê digihe 18 hezar kîlometreyên duca. Salane karîna berhemdana wê jî yek milyon û 400 hezar ton genim e.
Herwiha berhema salane ya pembo, li navçeyên Rojavayê Kurdistanê digihe 273 hezar ton.
Herwiha 15 milyon darên zeytûnan li vê herêmê hene, bi rêjeya % 23 ji tevahiya darên zeytûnan li Sûriyê. Di her salekê de dahata berhema zeytûnan digihêje 750 milyon dolar û ya genim digihêje 372 milyon dolar û ya pembo digihêje 230 milyon dolar.
Endamê Komeleya Aborînasên Kurd li Sûriyê Xorşîd Elîka, ji Rûdawê re got: “Rêjeya berhemdana pembo bilind e, ligel kaletîka baş a vî pemboyî. Herwiha ev herêm bi genim, ceh û kemûnê jî dewlemend e, bi awayekî ku rêjeya berhemdana genimê Rojavayê Kurdistanê % 45 ji berhema Sûriyê ye.”
Bi heman awayî samana avê li Rojavayê Kurdistanê ji 10 bendavan pêk hatiye û karîna wan a embarkirina 300 milyon metre duca heye, bi ser de jî 8 çem li wê derê hene, ji wan jî Xabûr, Dicle û Ferat, ligel dehên hezarên jêder û bîrên avê yên din ên weke baran û çavkaniyan.
Tevaya dahata jêderên Rojavayê Kurdistanê ji petrol, çandinî û jêderên avê digihe % 55 ji tevaya hemû samana Sûriyê.
Xorşîd Elîka wiha domand: “Heta niha rewş ne aram e, lewma weberanîn li Rojavayê Kurdistanê nîne, ji ber ku pêwîstiya weberanînê bi aramiya asayişî û siyasî heye, lê hêj ev yek peyda nebûywe, her ji ber heman sedemê sermiyanekî mezin ji Rojavayê Kurdistanê derket û hate revndin. Êdî ew çaverêyî rewşeke aramtir û baştir e ku careke din têkeve kar û derî ji sermiyanên biyanî re jî veke.”