Roja 12emîn a şerê Amerîka û Îranê: Gelo dê kîjan welat pêşî îflas bike?
Hewlêr (Rûdaw) - Dema ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê kete roja 12an, qada şer êdî tenê bi erdnîgariyê ve ne girêdayî ye.
Ev şer, di heman demê de bûye şerê hejmaran û têkçûneke bilez a bîrkariyê.
Her çiqasî "şerê 12 rojî" yê Hezîrana 2025an wekî bingehekê were dîtin jî lê şerê vê carê nîşan da ku ev rûdan wêrankertir e. Her wiha ji aliyê mesrefan ve jî gelekî girantir e.
Di kêmtirî du hefteyan de "mesrefa darayî ya rojane" gihîşt asteke wisa ku di şerên nehevseng ên modern de nehatiye dîtin.
Ev yek jî nîşaneya krîzekê ye ku ji parastina bejahiyê zêdetir bi şiyana pîşesaziyê û depoyên mûşekên parastinê ve girêdayî ye.
Mesrefa şer û çîroka du teraziyên cuda
Cudahiyên herî berbiçav ên di navbera vî şerî û şerê 12 rojî yê sala 2025an de, di mesrefa rojane ya operasyonan de ne.
Di dema şerê 2025an de mesrefa Amerîkayê ya di operasyona "Çakûçê Nîvê Şevê" de wekî rûdaneke darayî ya biçûk dihat dîtin ku wê demê mesrefa wê tenê 1 yan 2 milyar dolar bû.
Lê îro mesrefa Amerîkayê ya ji bo her rojekê gihîştiye navbera 891 milyon heta 1,43 milyar dolarî.
Amerîka û sînorê xerciyên mezin
Ji bo Washingtonê, sedema sereke ya zêdebûna mesrefan xercên ji derveyî budceya diyarkirî ne ku gihiştine 3,7 milyar dolarî.
Tenê di 100 demjimêrên destpêkê yên şer de ev xercî bi vî rengî bûn:
- Cîgirkirina teqemeniyan: 3,1 milyar dolar (Ev tevahî ji derveyî budceyê bû).
- Çakkirina xisarên şer: 350 milyon dolar. Ji wan xisarên ku gihîştin sê balafirên F-15 û du balafirên F-35an.
- Mesrefên operasyonan: 196 milyon dolar ji bo operasyonên deryayî û asmanî.
Heta roja 12an, tevahiya mesrefa Amerîkayê 14 heta 18 milyar dolar derbas kiriye. Ev jî nêzîkî 18 qatî mesrefa giştî ya şerê 12 rojî yê sala 2025an e. Wê demê Amerîka tenê rojekê beşdarî êrişên ser Îranê bibû.
Îran: Berê xwe da lêçûnên kêm û êrişên dijwar
Berevajî vê yekê, mesrefa teqemeniyên rojane ya Îranê ber bi kêmbûnê ve diçe.
Mesrefa ku di rojên destpêkê de 264 milyon dolar bû, di roja 12an de bo 62 heta 82 milyon dolarî kêm bûye.
Dibe ku ev ne nîşaneya qelsiyê be, belkî birêvebirina stratejîk a mesrefan be.
Îranê rêjeya avêtina mûşekên balîstîk ên menzîlnavîn (MRBM) ji sedî 90 kêm kiriye ku mesrefa her mûşekekê di navbera 1 heta 3 milyon dolarî de ye.
Li hemberî vê yekê, bikaranîna dronên xwekuj (Şahîd-136) zêde kiriye ku mesrefa her dronekê tenê 20 hezar heta 50 hezar dolar e.
Ev hevkêşeyeke wêranker e. Wekî mînak, ji bo xistina droneke 50 hezar dolarî Amerîka mûşekeke parastinê ya THAADê bi kar tîne ku bihayê wê 12,7 milyon dolar e.
Bi vî awayî, ji aliyê aborî ve hevkêşe 250 bi 1 e. Amerîka 250 qatê mesrefa ku Îran ji bo çêkirina dronekê dike, ji bo xistina wê dronê xerc dike.
Metirsiya kêmbûna mûşekên parastinê
Her çiqasî "pereyên Amerîkayê xelas nebûbin" jî ew amûrên leşkerî yên taybet ku ji bo man û berdewamiya di şer de pêwîst in, bi lez kêm dibin.
Kêmbûna bilez a hejmara mûşekên parastinê niha bûye astengiya sereke ya li ber stratejiya şer a Amerîkayê.
Li gorî hinek amarên li ser pergalên parastinê rastiya fizîkî ev e:
Bi vê leza niha, dibe ku hemû depoyên mûşekên parastinê yên Amerîkayê di nava 4 yan 5 hefteyan de vala bibin.
Gelek navendên lêkolînê yên Amerîkî yên wekî Military Times, The Heritage Foundation û CSISê ev hişyarî dane.
Zererên herêmî
Rewşa darayî ya Îsraîlê: Îsraîl di demekê de ket vî şerî ku barekî giran ê 55 milyar dolarî ji şerê sala 2025an li ser milê wê bû.
Tê pêşbînîkirin ku di vî şerî de heta îro (roja 12emîn a şer) mesrefên aborî yên Îsraîlê bigihîjin navbera 15 heta 25 milyar dolarî.
Ev yek ji sê qatî mesrefa şerê 2025an zêdetir e ku hingê 6 milyar dolar mesrefa wê hebû.
Ji ber ku tenê 2,9 milyar dolar di "sindoqa yêdeka qerebûkirinê" de mane, şirovekar pêşbînî dikin eger alîkariyeke derve ya mezin neyê dê Îsraîl di nav 3 heta 6 mehan de rûbirûyî "zexteke darayî ya dijwar" bibe.
Her doh Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li gel Wezîrê Darayî yê welatê xwe daxuyaniyek da û got:
"Ev şer pereyan dixwaze, pereyekî gelekî zêde. Lewma pêwîst e di dema şer de em budceyeke taybet a bi dehan milyar dolarî dabîn bikin."
Girtina Tengava Hurmizê: Berevajî şerê 2025an ku Tengava Hurmiz hinekî vekirî bû, di sala 2026an de bi temamî hatiye girtin.
Pekketina hatûçûnê: Hatûçûna asayî ya ku rojane 130 heta 150 keştî bûn, daketiye yek an sê keştiyan.
Şoka petrolê: Bihayê bermîleke petrola brentê di roja 10emîn de gihîşt 119 dolarî lê sala 2025an asta herî bilind 78 dolar bû.
Xisarên cîhanî: Di hefteya yekem a şer de 3,5 trilyon dolar li bazarên cîhanî ji holê rabûn, ev jî 7 qatê bandorên şerê 2025an e.
Şerê westîner
Modela bîrkarî ya hewalgiriya aborî ji sedî 50 îhtîmalê dide senaryoya "şerê westîner" (Managed Attrition). Di encama vê senaryoyê de:
- Şer dê 6 heta 10 hefteyan biajo.
- Mesrefa rasterast a leşkerî ya Amerîkayê dê bigihîje 60 heta 100 milyar dolarî.
- Aboriya Îranê dê di pratîkê de têk biçe, çimkî hinartina petrolê ji 1,38 milyon bermîlî dê dakeve sifirê.
Senaryoya şerê westîner, ji ber gihiştina sînorê bêhêzî û westîna her du aliyan çêdibe.
"Pişikên darayî" yên Îranê ji kar ketine, çimkî çavkaniya dahata wê (ku ji sedî 45ê wê petrol û gaz e) şewitiye.
Di heman demê de, Amerîka bi kêmasiyeke mezin a mûşekan re rûbirû dibe ku ji bo parastina hevpeymanên xwe hewceyî wan e.
Wekî ku şirovekarekî amaje pê kiriye: "Êdî pirs ne ew e bê artêşa kê bihêztir e, belkî pirs ew e ku kîjan pergala siyasî û aborî dê di bin barê mesrefa 1,4 milyar dolarî ya rojane de pêşî derizî be û têk biçe."