JP Morgan: Dibe ku bihayê petrolê bibe 120 dolar

Hewlêr (Rûdaw) - Banka JP Morgan a Amerîkayê ragihand ku eger çûn û hatina keştiyan li Tengava Hurmizê heta meha tîrmehê asayî nebe îhtîmal heye bihayê petrolê dîsa derkeve astên bilind ên dema Şerê Îranê.

Pisporên bankayê di raporeke xwe de dibêjin, "Niha bazar li benda vegera bilez a liv û tevgera bazirganiyê ne ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe.

Tê hêvîkirin ku heta meha gulanê nîvê çûn û hatinê asayî bibe û di hezîranê de jî bi temamî vegere rewşa berê."

Lê wan bal kişand ser wê yekê jî ku eger vegera trafîkê ya ber bi asta ji sedî 100î ya beriya şer gav bi gav be û heta tîrmehê bikişîne, dibe ku ev yek bihayê petrolê ji bo her bermîlekê 15 heta 20 dolarên din biha bike.

Li gorî bankayê, dibe ku bihayê bermîla petrolê dîsa bigihêje derdora 120 dolarî. Beriya niha di nîvê meha borî de bihayê petrolê gihîştibû wê astê.

Tevî agirbesta bi Îranê re jî, hê çûn û hatina keştiyan di Tengava Hurmizê re asayî nebûye.

Heta doh nêzîkî 346 tankerên sotemeniyê di nav Kendavê de asê mabûn.

Di van keştiyan de bi giştî nêzîkî 104 milyon bermîl petrola xam û 1,3 milyon ton gaza xwezayî ya şidandî (LNG) barkirî ne.

Tengava Hurmizê ku Îran dikeve bakurê wê, Kendavê bi bazarên cîhanê ve girê dide.

Ev der wekî rêyeke sereke ya bazara enerjiyê tê dîtin û di demên asayî de ji sedî 20ê bazirganiya petrola cîhanê di wir re derbas dibe.