Dolarek bi 181 hezar tumenan e
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê dolar ê li beramberî tumen di du rojên borî de daketibû lê îro ducare berê bihayê dolar li bilindbûnê ye.
Doh bihayê dolar 500 tumenan daketibû lê îro 1900 tumenan bilind bû û dolarek bi 181 hezar tumenan tê firotin.
Di nava 24 saetên dawî de asta herî bilind a bihayê dolar 181 hezar û 100 tumen û asta herî kêm jî 177 hezar û 700 tumen bûye.
Guherîna di nava şeş mehan de
Di nava hefteyekê de di bihayê dolar de guherîn çênebûye.
Lê belê di nava şeş mehan de dolar li beramberî tumen bi rêjeya ji sedî 61 bilind bûye.