Googleyê ji medyaya dijîtal 4,7 milyar dolar qezenc kir

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya teknolojiyê yê Amerîkan Googleyê, ji berhemên dezgehên çapemeniyê yên ku online xizmetê pêşkêş dikin, par 4,7 milyar dolar dahat qezenc kir.

 

Li gorî lêkolîna yekîtiya pîşeyî ya çapemeniyê ya Amerîkan News Media Allianceyê, Google ji bo bilindkirina serdana malperan û dahata xwe, zêde nûçeyan bikar tîne.

 

Kaompaniya Googleyê par bi rêya berhemên dezgehên çapemeniyê 4,7 milyar dolar dahat bi dest xist.

 

Ji xeynî Googleê li aliyê din, tevahiya kompaniyên nûçegihaniyê yên Amerîkî jî ji reklamên dîjîtal 5,1 milyar dolar dahat bi dest xist.