USAID ji Rûdawê re: Me mehane bi milyonan dolar ji Herêma Kurdistanê re vegerandiye

Washington DC (Rûdaw) - Ajansa Amerîka ji bo Pêşxistina Navdewletî (USAID) dibêje: Bi rêya birîna mûçeyên karmendên sexte, me kariye "mehane bi milyonan dolar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re vegerînin". Her wiha dibêje: Em ji nêzîk ve ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê kar dikin û ji bo sala bê jî, me daxwaza 156 milyon dolaran ji bo projeyên me yên li Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Berdevkê/Berdevka Ajansa Amerîka ji bo Pêşxistina Navdewletî (USAID) di bersiva çend pirsên Rûdawê de, ku bi şêweyê nivîskî bersiv dane, behsa proje û karên xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê û her wiha tibaba pereyên ku ji bo projeyên xwe dabîn kirine dike. Di heman demê de, qala wê yekê jî dike ku ji bo sala bê, ji proje-budceya îdareya Biden ji bo sala 2023yan doza çiqas pereyan kiriye û giraniya sereke ya karên wan jî li ser çi ye.

Li dor karên xwe yên sereke li Herêma Kurdistanê mînakekê dide û dibêje: "USAID alîkar bû ji bo pêşxistina sîstemeke rêvebirina nasnameyê ku bû sedema vegerandina bi milyonan dolar ji bo her mehekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, ev jî bi jêbirina navên karmendên wehmî û her wisa dozên sextekariyê". Her wisa diyar kir ku, bernameyên ajansa wan li Herêma Kurdistanê, bi armanca pêşxistina geşepêdana aborî û her wiha bihêzkirina sektora taybet e da ku bikarin derfetên zêdetir ên karkirinê ji bo şêniyên Herêma Kurdistanê misoger bikin.

Bi giştî jî li ser karên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê dibêje: "Ji sala 2014an ve û heta vêga USAIDê bersiva vê kirîza mirovî ku niha li Iraqê heye daye, ku piştî şerê li dijî DAIŞê bû sedema koçberbûna gelek merivan û ev kes ber bi deverên aram reviyan, xasma bo Herêma Kurdistana Iraqê".

Ajansê di wê demê de alîkariyên mirovî pêşkêşî penaberên ku li Iraq û Herêma Kurdistanê bûn û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hebû, kir û hewl da xizmetguzariyên zêdetir wek "tenduristî, av, kanalîzasyon û paqijiyê" ji wan re misoger bike. Her wiha alîkariyên bi lez ên dabînkirina xwarinê ji bo penaber û kesên cîhilkirî jî misoger dike. Alîkariyên mirovî yên USAID bi şêweyeke sereke kampên penaberan û her weha hevkariya "hinek stargehên nefermî û kampên din ên penaberan" jî peyda dike.

Yek ji karên din ên wê ajansê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, alîkarîkirina teknîkî ji bo her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ye, ev jî ji bo "bihêzkirina desthilatê, birêvebirina darayî ya giştî û pêşxistina şefafiyeteke zêdetir, her wiha ji bo baştirkirina gihandina xizmetguzariyên bingehîn ji xelkê re" ye.

Her wiha ajans ji bo nêzîkkirina civakê û pêkhateyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê kar dike, ev jî bi rêya organîzekirina civîn û diyalogên civakî, armanca vî karî jî "naskirina motîvasyonên li pişt hevrikiyan û her wisa dîtina çareseriyên guncav ji wan re".

Li gor gotina berdevkê/berdevka ajansê, ajansa wan "hurmeta pirçandiya li Herêma Kurdistanê digire, ev jî bi rêya parastina mîrata olî û çandî û her wiha pêkhateyên olî li Iraqê û her wiha bi rêya belgekirina mîrata wan pêkhateyan, çi yên şênber yan jî ne şênber".

USAID di proje-budceya sala 2023yan de daxwaza çiqas pereyan ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye?

Di bersiva vê pirsê de, berdevkê/berdevka ajansê got ''Ji bo proje-budceya sala 2023yan, di budceya pêşniyarkirî ya Serok Biden de, daxwaza 156 milyon dolar ji bo bernameyên geşepêdan û aborî li Iraqê hat kirin. Ev budce ji bo piştgirîkirina bernameyên ku ji hêla USAID û her weha Wezareta Derve ve têne bicihkirin, tê armanckirin. Diravên daxwazkirî ji bo piştgirîkirina bernameyên taybet bi geşbûna aborî, teşwîqkirina pêşkeftina bihêz a saziyên navxweyî û bernameyên wan, têne armanckirin. Her wiha ji bo hevkarîkirina hikûmeta Iraqê ye ji bo bersivdana şoka COVID-19 û krîza avûhewayê. Program wan jî li xwe digirin ku piştevaniya wan tex, çîn û pêkhateyan dike ku dikin geş bibin û ji ber DAIŞê gelek ziyan li wan ket, xasma jin û ciwan''.

Derbarê budceya sala 2023yan a ajansê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê jî dibêje: "Vêga USAID û Wezareta Derve bi tibaba 150 milyon dolaran alîkariya diravî ji bo projeyên xwe yên aborî û geşepêdanê li Iraqê cîbicî dikin."

Têkildarî bernameyên ku niha cîbicî dikin jî wiha got: "Bernameyên me bi piraniya caran li ser çend navçeyên cuda yên welêt disekinin, di nav de Herêma Kurdistana Iraqê. Li Herêma Kurdistana Iraqê, em ji bo bihêzkirina rêvebirinê û her wiha birêvebirina darayî ya giştî dixebitin, her wiha em li ser zêdekirina çalakiyên dabînkirina xizmetguzariyên giştî, pêşvebirina aborî ya sektora taybet û peydakirina derfetên kar jî dixebitin".

Di proje-budceya 2021-2022yan de, USAID nêzîkî 98 milyon dolaran ji bo alîkariyên mirovî li navçeyên ku ketin jêr bandora şer û pevçûnan, Herêma Kurdistanê jî di nav de, veqetand. Bi gelemperî jî, bernameyên ajansê ji hêla: "NGO ango saziyên sivîl, rêxistinên navneteweyî û her wiha belênderan ve têne bicihkirin, ku bi piraniya caran hevkariya teknîkî û hevrêziya wan a nêzîk bi dezgeh û saziyên hikûmetê re heye".

Derbarê kar û hemahengiya ajansê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, dibêje: Berdewamiya karê wan li Herêma Kurdistanê, nîşana hemahengiya di navbera ajansê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, her wisa dibêje jî: "USAID ji nêzîk ve bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar dike". Bi piraniya caran jî bi rêya bernameyên xwe alîkariya teknîkî jî pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Derbarê astengiyên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew di wê baweriyê de ye ku "Pêwîstiya çareserkirina astengiyên li pêşiya Herêma Kurdistana Iraqê bi hevkariya hemû pêkhateyên civakê heye ji bo peydakirina çareseriyeke domdar û da zora astengiyên li pêşiya xwe bibin".

Ajansa Amerîka ji bo Pêşxistina Navdewletî (USAID) ajanseke hikûmî ye û girêdayî Wezareta Derve ya Amerîka ye. Mezintirîn ajansa mirovî ya fermî li cîhanê ye ku di 3yê Mijdara 1961ê de hatiye damezrandin û navenda wê ya sereke li paytexta Amerîka Washington DC ye. Budceya wê rêxistinê ya salane nêzîkî 27 milyar dolar e û ajans alîkariyan pêşkêşî 100 welatên cihanê dike, ji wan Iraq û Herêma Kurdistanê.

Nûçe: Diyar Kurde