Rêveberiya Xweser bihayê genim eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bihayê îsal ê genim eşkere kir.

Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser li ser kirîna genim daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî biryara ku îro hatiye derxistin, Rêveberiya Xweser dê her tonê genim bi 420 dolaran bikire.

Her wiha dê her kîloya genim jî dê bi 42 sentan be.

Li gorî daxuyaniyê ji ber şert û mercên avhewayê yên dijwar ên îsal, ku bi ziwabûneke tund û kêmbûneke berbiçav di rêjeya baranbaranê de hebû bandoreke neyînî ku sektora çandiniyê bû.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser da zanîn ku wan li gorî derfetên ji bo piştgiriya cotkaran û sivikkirina barên wan hinek tedbîrên awarte wergirtine

Di daxuyaniyê de hat gotin ku îsal bihayê kirîna genimê li gorî şert û mercên hilberînê û aborî yên sektorê hate diyarkirin.

Rêveberiya Xweser tedbîrên din ên piştgiriyê girtin ev in:

  • Piştgiriya çandina sebzeyên havînê, darên fêkî û zeytûnan a bi mazotê.
  • Piştgiriya çandina pembû bi mazotê li gorî planeke taybet.
  • Belavkirina tovê genim ji bo demsala bê li ser cotkarên ku îsal zerer dîtine û xwediyên erdên bejî ne, bi nîvê bihayê.
  • Peydakirina zibilê xwezayî ji cotkaran re bi nîvê bihayê.
  • Danîna mekanîzmayeke nû ji bo birêxistinkirina belavkirina mazotê li ser projeyên çandiniyê, bi awayekî ku îsrafê kêm bike û pêşî li binpêkirinên neyasayî di dema belavkirinê de bigire.
  • Pêşxistina Navenda Lêkolînên Çandiniyê, bi giranî li ser başkirina cureyên tov û peydakirina cureyên nû yên ku li gorî şert û mercên avhewa û axa herêma me ne.