Bihayê zêr asta xwe ya bilind parast
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr asta xwe ya bilind parast û daketina bihayên firotina li ser hev a Amerîkayê bû sedem ku zêr bihatir bibe.
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, onseke zêr bi nêzîkî 3 hezar û 635 dolaran tê firotin.
Roja sêşemê jî bi 3 hezar û 674 dolaran rekoreke nû şikandibû.
Zêr ji bo peymanên kanûna pêşîn a îsal jî bi 3 hezar û 676 dolaran tê firotin.
Analîstê bazarên darayî yê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Marexê Edward Meir got:
“Daneyên lawaz ên aboriya Amerîkayê sedema bihabûna zêr a van demên dawî ne.”
Edward Meir da zanîn ku daneyên bihayên firotina li ser hev û bazara kar a Amerîkayê hêvî zêde kirine ku Banka Navendî ya Amerîkayê dê rêjeya faîzê ji ya ku dihat payîn zêdetir kêm bike.
Ji ber sistbûna sektora xizmetguzariyê ya li Amerîkayê, bihayên firotina li ser hev daketine.
Çavê bazirganan îro li ser amarên firotina perakende ye ku dê bi dema Hewlêrê saet 15:30î bên belavkirin.
Tê payîn ku ev amar dê li ser siyaseta diravî ya Banka Navendî ya Amerîkayê nîşaneyên zelaltir bidin.