Banka Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya faîzê careke din kêm kir
Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyeyê di civîna xwe ya meha Îlonê de rêjeya faîzê careke din kêm kir û ji sedî 43yan daxist ji sedî 40,5an.
Komîteya Polîtîkaya Pereyan a Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro bi serokatiya Serokê Banka Navendî Fatîh Karahan civiya.
Di civînê de Banka Navendî ya Tirkiyeyê biryar da ku rêjeya faîzê 250 xalên bingehîn kêm bike û bi vê yekê rêjeya faîzê ji ji sedî 43yan daxist ji sedî 40,5an.
Beriya niha di civîna Tîrmehê de Banka Navendî rêjeya faîzê 300 xalên bingehîn kêm kiribû û rêjeya faîzê ji ji sedî 46an daxistibû ji sedî 43yan.
Li gorî aborînasan, piştî vê biryarê dê nirxê diravên biyanî û zêr bilind bibe.